Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin û ji bo bersivandina Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsname da meclisê
Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, debarê kêmbûna hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên li Amedê de, pirsname da meclisê ku Wezîrê Karê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne.
Guzel di pirsnameya da de wiha got: “Nifûsa Amedê mîlyonek û732 hezar e. Lê li gorî tê xwestin hejmara bijîşkên pispor û xebatkarên tenduristiyê pir kêm e. Li gel ku diviya bû hejmara bijîşkan hezar û 758 be, ev hejmar hezar û 242 ye. Li nexweşxaneyan bijîşkên pispor nayên dîtin û welatî neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê û li wir bên dermankirin.”
Guzel diyar kir ku di Serwîsa Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê de li ser nivînekê 3 nexweş tên dermankirin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku hejmara xebatkarên tenduristiyê kêm e, nexweş nikarin randevû bigirin û welatiyê bi saetan di rêzê de dimînin. Ev jî dibe sedem ku welatî mexdûr bibin û mafê wan bên binpê kirin.”
Guzel ji bo ku Wezîrê Tenduristiyê Koca bersiv bide ev pirs pirsîn:
- Agahiya we ji mexdûriyetên welatiyan heye?
- Hûn hejmara kêm a bijîşkên pispor ên li Amedê çawan dinirxînin?
- Li nexweşxaneyên dewletê yên Amedê, xebatkarên tenduristiyê çiqas kêm in?
- Hûnê vê rewşê di nava xwe de binirxînin an na? AMED