Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê nexweş naşînin nexweşxaneyê

Li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê, bijîşkan gotibû girtiyê nexweş Ergîn Aktaş bi nexweşîya zatûreyê jî ketiye. Lê piştî Aktaş sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirin, aşkere bû ku ne tenê zatûre, nexweşiya weremê jî heye. Parêzer Gulîzar Tûncer bilêv kir ku Aktaş naşînin nexweşxaneyê û her diçe rewşa wî xirabtir dibe

Li nexweşxaneyê bijîşkan ji bo girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tune ne, teşhîseke şaş danîn. Parêzer Gulîzar Tûncer ku du caran hevdîtin bi Aktaş ê ji Girtîgeha Tîpa R a Menemenê sewqî Girtîgeha Jimare 9 a Silîvriyeyê hat kirin pêk anî, destnîşan kir ku rewşa Aktaş nebaş e.

Parêzer Tûncer têkildarî mijarê ji nûçegihana MA’yê Sadiye Eser re axivî û bi bîr xist ku Ergîn Aktaş di 6’ê adarê de ketibû greva birçîbûnê û ji ber vê rewşa wî xirab dibe. Tûncer, got: “Piştî dibînin xwîn ji deva tê wî dibin cem bijîşk û bijîşk jê re dibêje tu zatûre yî. Lê paşê diyar dibe ev teşhîseke şaş e. Derman jî ne dermanên arst bûne. Her wiha nexweşîna Koahê jî pê re heye. Bi tena serê xwe di hucreyê de dima. Ew der pir biritûbet bû. Kinc li hundur tên ziwakirin. Pace nedihatin vekirin. Jixwe tenê saetekê dikaribû biçe hewadariyê. Nexweşîna wî ya Koahê di şertê li wir wiha giran bû. Kezeba wî nebaş bû. Piştî dibînin xwîn ji deva tê dibêjin zatûre ye. Lê wexta wî sewqî Silîvriyê dikin diyar dibe ku ne zatûre ye, werem e. Niha bi dermanan tê tedawîkirin.”

Divê li nexweşxaneyê bê tedawîkirin

Tûncer wiha got: “Piştî min hevalên din ên parêzer jî dîtin. Divê li nexweşxaneyê bê tedawîkirin. Tenê rojê bi dehan dermana didinê. Dermanan bi kar tîne. Niha ew û hin girtiyên din tev de dimînin. Divê li nexweşxaneyê bê tedawîkirin.”

Tûncer diyar kir ku ji bo raporê serî li odeya Bijîşkan a Stenbol dane û got: “Parlementer Omer Farûk gergerlîoglû ji nêz ve eleqedar dibe. Gergerlîoglû ji bo vê ehvdîtinê bi Wezîrê Dadê re çêdike. Piştî em raporan peyda bikin em ê serî lê bidin. Lê niha rewşa wî nebaş e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar