PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin

Dayikên Şemiyê, pirsa faîlên Suleyman Cîhan ê di sala 1981’an de, dibin çavan de hat winda kirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin pirsin û daxwaza edaletê klrin. Birayê Cîhan Parêzer Ahmet Cîhan di çalakiyê de axivî û got: “Hikumet, bi girtina Qada Galatasarayê faîlan diparêze.”

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, di hefteya 748’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dayik dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbat û dayikan li ser vê yekê li pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî dan û aqûbeta windayan pirsîn. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû û parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu piştgirî dan çalakiyê

Di çalakiya vê heftê de daxwaza darizandina faîlên Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin kirin. Daxuyaniyê çapemeniyê ya vê heftê ji aliyê keça Fehmî Tosûn Besna Tosûn ve hat xwendin.

‘Qanûna bingehîn hat jibîrkirin’

Tosûn, diyar kir ku ev 49 heftene polîs destûr nedin wan ku bikevin Qada Galatasarayê û wiha axivî: “Sedama van qedexe û dibin çavkirinan de winda kirin dewlete û hemû desthilatdar jî, hevkarên vî sûcîn e. Yekemîn şertê demokrasiyê rêbaza hesap dayînê ye. Îro li Tirkiyeyê, rêveberiyekê ku hesap bide tuneye. Qanîna Bingehîn bi demê re hat jibîrkirin. Serbixwetiya darazê ji holê rakirine. Bi kurtasî rêveberiyekê ku ewlekariya hiqûqî û edaletê pêk bîne tuneye.”

‘Bi îşkenceyên giran hatin kuştin’

Tosûn, piştsa faîlên Suleyman Cîhan ê di 29’ê Tîrmeha 1981’an dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin kir û wiha bilêv kir: “Suleyman Cîhan 31 salî bû û li Stenbolê dijiya. Ji ber nasnameya wî ya şoreşgerî di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de, biryara girtinê derbarê wî de hat dayîn. Di 29’ê Tîrmeha 1981’an dema ji Edîrne diçû Stenbolê hat binçavkirin û wî birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Malbata û parêzerên wî ku agahiya wan ji rewşê çêbû serî li Şaxa 1’emîn, Şaxa 2’yemîn a Miduriyeta Polîsan û Dozgerî Leşkerî dan. Lê ligel hemû hewldanan jî bê encam man. Pişt3ı 85 rojan cezayê Suleyman Cîhan hat dîtin. Cîhan di encama îşkenceyek giran de hatibû kuştin.”

‘Yên ku li me didin faîlan diparêzin’

Birayê Suleyman Cîhan parêzer Ahmet Cîhan jî, diyar kir ku Dayikên Şemiyê dixwazin gorekê zarokên wan hebin û wiha axivî: “Hikumeta ku Qada Galatasariyê  li me digire, faîlan diparêze. Lê heya ku qatil neyin darizandin û dewlet jî dest ji van cînayetên xwe ber de, emê li qadan bin. Yek ji me tenê jî bimîne, emê vê qadê terk nekin. Emê dest ji israra xwe ya çûyîna Qada Galatasarayê bernedin.”

Dûre ji parêzerên malbata Cîhan Omer Kavîlî jî axivî û xwest faîl bên darizandin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar