Supayên pasdarên Îranê carek din sînorê herêma Federal a Kurdistanê derbas kirin û li Herêma Biradost 2 kes binçavkirin û bi qasî 200 sewalan revandin
Li devera Kelaşîn a ser bi Herêma Biradostê, hêzên supayên pasdarên Îranê derbasî nava xaka Herêma Federal a Kurdistanê bûn. Pasdarên Îranê li Kelaşîn 200 sewal û xwediyên wan yên bi navê Wisu Halî Qadir û hevjîna wî Zibeyda Hisên binçav kirin.
Qeymeqamê navça Soran Kirmanc Êzet ji Rojnews re axivî û got, “Pasdarên Îranê nêzî çend kîlometreyan ketine nava xaka herêma Kurdistan. Hejmarek mezin sewalên welatiyan revandine û zilamek bi hevjîna wî ve ku xwediyê sewalan bûn binçavkirin. Em niha ji bo azadkirina welatî û sewalan di xebitin. Her wiha em dixwazin sedemê sînor derbaz kirinê jî bizanin.”
Hêjayê gotinê ye roja 21’ê tîrmehê jî li zozanên herêma Hacî Umeran pasdarên Îranê sînor derbas kirbûn û 400 sewal revandibûn. Piştî wê jî 11 welatî binçavkiribûn. Welatî piştî demekê hatibûn berdan. HEWLÊR