PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

ÎHD’ya Îzmirê aqûbeta Rojnameger Ferhat Tepe pirsî

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmirê, di çalakiya îro de bal kişandin ser kuştina Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hat revandin û bi îşkenceyê hat kuştin. ÎHD’ê xwest kujerê Tepe bên darizandin.

Komîsyona windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê bi diruşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin,” li pêş Sumerbank  a Berê ya Konaka Îzmirê çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan pankarta “Winda diyar in, faîl li ku ne?” vekirin. Di çalakiyê de Nûnerên HDK, ESP û HDP’ê û gelek nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Parazvanên mafên mirovan vê hefteyê bal kişandin ser kuştina Rojnameger û Nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di 28’ê Tîrmeha 1993’an de hat kuştin. Nûnerên ÎHD’ê xwestin kujer bên dîtin û darizandin.

Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli, diyar kir ku bi salan e aqûbeta windayan dipirsin û ji bo faîl bên darizandin têdikoşin. Canli, anî ziman ku Tepe di 28’ê Tîrmeha 1993’an de li Navenda Bedlîsê ji aliyê kesên bi çek û bêtêl ku wekî polîsên sivîl dihatin zanîn hat revandin û wiha got: “Piştî 3 kesên çekdar Ferhat Tepe Revandin bi telefonê li Serokê DEP’ê yê Bedlisê Îshak Tepe geriyan û xwestin li hemberî Ferhat Rêxistina DEP’ê ya Bedlisê bigirin an jî pere bidin. Îshak Tepe, anî ziman ku tengê kesê li ser telefonê dişibiya Gerenal û Fermandarê Tuyaya Zirxî ya 6’emîn a Tetwanê Korkmaz Tagma. Malbata Tepe piştre serî li Şaxa Asayişê ya Bedlisê, Midûriyeta Polîsan a Bedlisê, Walîtî û Serdozgeriyê dan. Dîsa serî li Wezîrê Karên Hundir û Waliyê OHAL’ê dan û xwestin kurê wan bê dîtin. Lê bi israr binçavkirina Ferhat înkar kirin. 13 roj şûnde cenazeyê Ferhat Tepe ku rastî îşkenceya giran hatibû, li Goristana Bêkesan a Xarpetê hat dîtin.

DMME Tirkiye mahkûm kir 

Canli, ani ziman ku piştî malbatê doz bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM). Canli, anî ziman ku ji ber Tirkiye lêpirsîna pêwist nemeşand, DMME Tirkiye mahkûm kir.

Canlı, herî dawî destnîşan kir ku doz bê hiqûq bi sedema demboriye hat girtin û got “Ev yek nayê qebûlkirin.” îzmîr

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar