PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mexmûr di hedefa êrîşan de ye

Piştî êrîşa 17’ê tîrmehê ya li xwaringeha HoQQabaz a Hewlêr ku tê de Berpirsiyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose yê ku dewleta tirk weke dîplomatekê dan nîşandan hate kuştin û şûnde, di serî de rêveberiya PDK’ê û Asayîşa PDK’ê zext û dorpêça li ser Penaberên Mexmûrê zêde kir.

Ji wê rojê û vir ve bi ser malên gelek ciwan û karkerên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê de girtin û biçavkirin. Dîsa ambargoyeke şidandî ya derketina ji wargehê hatiye danîn. Ketiye pey welatiyên Mexmûrê ku ji bo debara xwe bike kar dikin, ji cihên kar didin derxistin û dişînin wargehê. Her wiha ne tenê vê li ser Mexmûriyan didin ferzkirin, heman demê welatiyên Bakurê Kurdistanê yên welatparêz ku ji ber zilma rejîma AKP’ê û MHP’ê neçar mane ji Bakurê Kurdistanê derketin û li Başûr sitirîne zextê dike ku derbasî Tirkiye bike. Ev tê wateya wan welatiyan radestkirina rejîma AKP’ê ye.

Di her fersendê de li ser rêya kesên ku êrîş kirine rast e rast wagehê dikin hedef û rê li ber êrîşan dide vekirin. Bi taybet çapemeniya aligirên PDK’ê tim vê dike rojeva xwe û ji bo rewakirina êrîşan zemîn dide çêkirin. Ji çapemeniya Tirkiyeyê zêdetir vê bûyerê dike rojeva xwe û li ser vê êrîşî PKK’ê û bi taybet penaberên Mexmûrê dike hedef.

Ji xwe ev jî kirin; şeva 18’ê Tîrmehê bi 19’ê Tîrmehê ve dide girêdan balafirên şer ên Tirkiye bombe li sivîlên Mexmûrê barandin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin gihişte damî û deravên penaberan. Ji bo êrîşekî hê mezintir li ser penaberan bidin kirin û rewşa wan ji penaberiyê derbixin bi çapemeniya PDK’ê Mexmûrê dikin hedefekî vekirî ya ji êrîşan re. Tevî ku ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve tu eleqeya xelkê Mexmûrê bi vê bûyerê ve nîne, di rewşeke wiha de kirina hedef, mirovan dide fikirandin. Gelo planeke bi PDK’ê re hatiye kirin ku wargehê bide valakirin. Yan jî bi vê bike ku Tevgera Azadî û xelkê Mexmûrê li beramberî hev bide rakirin. Her wiha ji bo gelê Başûr bide famkirin ku Tevgera Azadiya Kurd dixwaze aramiya Kurdistanê bide têkbirin. Ev hemû dema mirov bigire dest, hê baştir derdikeve holê ku helwesta rejîma AKP’ê û PDK’ê çi ye binirxîne.

Jixwe kesê hatî kuştin dijmin e û destê wî di xwîna Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û du gerîlayên li gel bû heye. Ji bo vê her kesê destê wî di xwîna kurdan de hebe ji xwe çi zû an dereng wê hesabê xwe bide. Ji bo vê ye nabe PDK li ser keseke dijmin evqas propagandayeke tewş a di berjewendiyên dijmin de be bike û zemînê êrîşê li ser kampeke ya penaberan bide çêkirin. Ev bi kêrî wan nayê. Ev rast e rast piştevaniya dijminiyê ye. Cihgirtina li gel dijmin e. Ji ber ku ew ne dijminê PKK’ê bû, ne ji bo wê hatibû wezîfedarkirin. Ew ji bo dijminahiya li kurdan bi taybet xebatê sîxûrî û têkbirina kurdan a li Başûr hatibû wezîfedarkirin. Nedîtina vê û piştguhkirina vê nezaniya herî mezin e. Ya niha tê kirin mixabin vê dide nîşandan. Di vî warî de erka herî zêde dikeve ser milê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Ji ber ku îro ew yekan e rêveberên asta herî jor ên başûrê Kurdistanê û nûnerê vî gelî ne. Ji bo vê ye gel yê hesab jê bixwazin yekane wê ew bin. Ji bo vê divê bingehê ji têkbirina kurdan re neke û nebin sebebê ku di dîrokê de navê wan bi nuqteyên reş bên bibîranîn.

Dijminê kurdan her yek e, nabe îro dijminê gelekê dostê kurdên parçeyekê be. Ev ne mimkûn e. Kî vê wiha bifikire ew ketiye xefletê. Her wiha îro kurd bindest be û warê wan di bin dagirkeriyê de be, ne mimkûn e ku beşek din azad bijî û bêje em azad in û aram in. Îro cihê herî ne aram başûrê Kurdistanê ye. Bila kes bi gotinên kirasên gulgulî lê hatî kirin nexape. Îro gefa çeteyên DAÎŞ’ê li ser heye. Her wiha ji xwe dagirkeriya tirk tu demê li ser Başûr kêm nebûye. Jiyana xelkê başûr li ber çav e. Kî dikareb bibêje başûrê Kurdistanê aram e û PKK naxwaze başûrê Kurdistanê aram be. Yên herî zêde dixwazin aramî pêk bînin PKK ye. Ma ne ji bo wê aramiyê pêk bînin li çiyan têdikoşin. Yê herî vê bizane jî xelkê Başûr e. Ji bo rejîma Seddam hilweşînin wan li çiyan şer kir û têkoşîn kir. Îro çapemeniya Başûr di nûçeyên xwe de dixwazin civakê bixapînin û ji bo berjewendiyên xwe gel bikar bînin. Ev nerast e û ne adil e. Ya rêveberiya Başûr dike û çapemeniya wê dike rast e rast xizmeta dijmin e. Divê her kes vê bibîne.

Divê rê neyê dayîn ku penaberên Mexmûrê yên ji warê xwe koçber bûne bibin qûrbaniyên berjewendiyên serweran. Di rewşa niha de Mexmûr di bin dorpêçeke mezin de ye. Li nûqteyên asayîşên PDK’ê der barê welatiyên Mexmûrê de agahî tên berhevkirin û li van nûqteyan jî MÎT û Istixbarata Tirk hatine bicihkirin. Ji xwe pêla girtin û binçavkirinê her dewam dike. Gelek kesên berî bûyerê hatibûn girtin hê jî tu agahî li ser nîne. Dîsa çend kesên piştî bûyerê hatine girtin jî agahî li ser nîne. Asayîşa PDK’ê bûye polîs û tîmên taybet ên tirk li dijî mexmûriyan ketine nava liv û tevgerê.

Di vê rewşê de ne diyare bê ka wê ziyanê vê bûyerê çiqasî ji mexmûriyan bê girtin, lê li gorî rewşê wisa dixuyê ku wê berdêl bide. Ji bo vê jî divê welatiyên Mexmûrê û wargehê di her alî de hestiyar be û li gorî xeta xwe ya têkoşînê helwesteke zelal nîşan bide. Nexwe wê bibe qûrbanê siyaseta qirêj a bi destê rejîma AKP’ê û PDK’ê li herêmê tê kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar