Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Dibe ku hikûmeta efxan û Telîban li hev rûnên

Hate gotin dibe ku di nav 2 hefteyan de hikûmeta efxan û Tevgera Telîban rasterast li hev rûnên

Tevgera Telîban ku bi mehan e bi DYA’yê re muzakereyan dike, heta niha ber pê nedihat ku bi hikûmeta efxan re rûne. Telîbanan ji hikûmeta Efxan re ”bûkok”a DYA’yê digot. Li gorî Wezîrekî efxan di nav 15 rojan de her du alî rasterast wê li hev rûnên.

Wezîrê Karê Navxwe Evdil Selam Rehimî ku nêzî Serokkomar Eşref Xenî ye, got, “Em xwe hazir dikin ku rasterast li hev rûniê. Hikûmeta wê ji hêla şandeyeke 15 kesî ve were temsîlkirin. Em bi hemû aliyan re didin û distînin û di nav du heftiyan de em hêvî dikin ku li welatekî Ewropayê li hev rûnin.”

Rehîmî negot bê ka kîjan welat wê malxweyîtiyê li wan bike. Tîrmehê, li Doxayê, di nîqaşên nûnerên efxan û Telîban de Almanya bi roleke girîng rabûbû. Norweç jî di nav wan welatan de ye ku tevlî nav hewldanên aştiyê dibe. Telîbanan hê li ser mijarê ti daxuyanî nedane. QABÛL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar