Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Li başûrê Kurdistanê û li ser sînor çi diqewime?

Rojnameger Erdogan Altan geşedanên li başûrê Kurdistanê ji nêz ve dişopîne û diyar kir ku heya niha ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk û alîkariya PDK’ê, ji 280’an zêdetir gund hatine valakirin. Altan got ku dewleta tirk ji bo li seranserê Başûr serwer bibe wekî astengiya herî mezin PKK’ê dibîne û PDK jî piştgiriyê dide konsepta tasfiyekirina PKK’ê. Li ser sînor derketina zozanan hatiye qedexekirin, ‘Koda Sor’ dane nexweşxaneyan, Heyva Sor a Tirk jî xwînê berhev dike

Operasyona “Pençe” ya artêşa tirk a dagirker ku li dijî herêma Biradost a herêma başûrê Kurdistanê di 27’ê gulanê de dest pê kir, bi bombebaranê berdewam dike. Di van êrîşan de sivîl jî raste rast hedef tên girtin. Ji aliyekî din ve jî, tevgera dewleta tirk a dagirker ji bo valakirina herêman ji şêniyên wê yên resen, zêde bûye.

Têkildarî êrîş, dagirkerî, valakirina gundan û polîtîkayên MÎT’ê li başûrê Kurdistanê, rojnamevanê li herêmê Erdogan Altan nirxand.

Xeyalên axa Osmanî û Mîsaqî Millî

Altan anî ziman ku armanca esasî ya êrîşan xeyala ‘axên Osmanî’ pêkanîna sînorên ‘Mîsaqî Millî’ ye û got, “Ev pêkanîna plana Mîsaqî Millî ji Helebê dest pê dike, heya Mûsil û Kerkûkê dixe nava xwe. Ji bo wê ji sala 1994’an û bi vir de di nav sînorên Herêma Kurdistanê de zêdetirî 20 baregehên leşkerî û navendên îstîxbaratê li heremên girêdayî Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Dihok, Diyana, Batûfa, Bamernî, Amediye û Kanîmasî bi destê rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federel baregehên leşkerî û îstîxbaratê dan avakirin.”

Li dijî dagirkeriyê astengiya herî mezin PKK ye

Altan, destnîşan kir ku Tirkiyê beriya vê êrîşê jî bi operasyonên ku gav bi gav dihatin plankirin dixwest qadên petrolê û herêma Kurdistanê kontrol bike û wiha nirxand: “Li pêşiya wê wek asteng PKK bû. Ji bo ji hêzên herêmî re nîşan bide û bibêje ‘ev operasyon an jî êrîşa berfireh ne li dijî we ye’ herî zêde dijbertiya xwe ya PKK’ê bi kar tîne. Armanca vê êrîşa berfireh li ser axa Iraqê avakirina hakimiyetê ye.”

‘Koda Sor’ dane nexweşxaneyan

Altan der barê amadekariyên tevgera dewleta tirk a li ser sînorên herêma başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê got: “Ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve ji hemû saziyên tenduristiyê yên sînor re bi ‘Koda Sor’ talîmat hatiye şandin, hemû destûrên betlaneyê yên xebatkaran hatine rakirin, di xeta sînor de gelek konên seyyar bên avakirin. Dîsa ji aliyê walîtiyên herêmê ve derketina zozanan hatiye qedexekirin, gelên herêmê sewalên xwe li herêmên sînor nikarin biçêrînin û ji aliyê Heyva Sor a Tirk (Kızılay) ve xwîn bên girtin û bên depokirin.”

Tevgera MÎT û pêşmergeyan

Altan behsa tevgera MÎT û Pêşmergeyên Roj li herêma başûrê Kurdistanê kir û ev agahî dan: “Di hundirê sînorê Herêma Kurdistanê a Federel de, gelek Pêşmergeyên Roj ên ji aliyê subayên tirkan ve li baregeha leşkerî ya Batûfa hatibûn perwerdekirin, ji herêma Zaxo bigire heta Berwariya, Bamernî, Şêladizê û nêzî sêgoşeya herêma Goşînê a ser navçeya Soranê de bên bicihkirin. Endamên MÎT’ê hemû çavkaniyên xwe yên di herêmê de ji bo îqnakirina gel bixin dewreyê û li ser PKK’ê propagandaya reş bê kirin û gerîlayan li dijî leşkerên Tirk bê îtîbar bikin, dixebitînin. Endamên MÎT’ê, pêşmergeyan jî ji bo gundan vala bikin, dihêlin ku bi gundiyan re civînan çêkin û bi rê û rêbazên cuda gefan lê dixwin. Ji bo ku li dijî PKK’ê xwepêşandanan li dar bixin, zext li gelê heremê tê kirin.”

‘PDK bi endamên MÎT’ê re ye, YNK jî ne kêmî wê ye’

Erdogan Altan anî ziman ku PDK jî di konsepta tasfiyekirina PKK’ê de cihê xwe digire û got, “PDK ji bo dagirkirina Tirkiyê hêsan bike jî bi endamên MÎT’ê re di nava feeliyetan de ye. Di vê çarçoveyê de MÎT’ê li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê şube vekirine û di xeta Silêmanî, Helebçe, Germiyanê de jî endamên xwe hene û bi saziyên ku bi şîrketên taybet re tev digerin, hatine avakirin. Di herêma ku zêdetirî 390 şîrketên tirk lê dixebitin, hin ji wan paravan in û rasterast bi MÎT’ê re dixebitin. YNK jî ne kêmî wê ye. YNK ku di nava xwe de bûye du beş, beşek bi taybet bi dewleta Tirk re tev digere û bi hemû cure alîkariyê dike. Beramberî vê berjewendiya desthilatdariyê bigire heya aborî, malbatî û kesayetî jî di nav de heye.”

‘Zêdetirî 280 gund hatine valakirin’

Rojnameger Altan diyar kir ku heya niha ji ber bombebarana balafirên şer a dewleta tirk û alîkariya PDK’ê, zêdetirî 280 gund hatine valakirin. Têkildarî polîtîkayên valakirina herêmê Altan ev tişt got: “Armanca valakirin gundan bêguman a yekemîn ji bo PKK`ê û gel ji hev cuda yan jî qut bikin û gundan bê mirov bihêlin. Ya duyemîn; dewleta tirk herêmeke tampon ku êdî sînorên xwe bîne heya herêma Soran dirêj bike û wek mayînde bimîne. PDK ku rêveberiya herêmê dike, Emerîka, hikumeta navendî ya Iraqê û Îran vê armanca Tirkiyê dizanin, lê ji ber berjewendiyên demkî niha bê deng dimînin.”

Altan anî ziman ku bêdengî û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re çavkaniya xwe ya esasî jî ji bo rakirina ambargoya veşartî ye û got: “Derket holê ku piştî referanduma serbixwebûnê ya başûrê Kurdistanê ya di 25’ê îlona 2017’an de pêk hatibû, dewleta tirk ambargoyeke veşartî danîbû ser Herêma Kurdistanê. Tirkiye ji bo krîza aborî ya di welatê xwe de derbas bike, dixwaze vê ambargoyê bi kar bîne. Di vê çerçoveyê de bi PDK’ê re lihevkirin çêbûye. Li gorî agahiyan, hikumeta Tirkiyê di destpêka ambargoyê de dest danîbû ser pereyên malbata Barzanî yên di Bankeya Garantî ya li Tirkiyê de.”

‘Girtina sêgoşeya Xinêrê, Xakûrk û Sîdekan hedef e’

Altan der barê êrîşên dewleta tirk ên li herêma başûrê Kurdistanê de hin agahiyên girîng parve kirin û got: “Dewleta tirk hejmareke zêde leşker sewqî bajarokê Rûbarok ê girêdayê navçeya Şemzînan a Colemêrgê kirin û leşkerên ku di herêma Xakûrkê de bi taybet li ser 3 girên Lelîkan hatibûn bicihkirin, hatin guhartin. Hejmarek leşker jî ji bo ku ber bi herêma Barzan ve ku digihîje navçeya Soran a Hewlêrê belav bikin, amadekarî tê kirin. Armanc sêgoşeya Xinêrê, Xakûrk û Sîdêkanê bigirin anku li çiyayê Goşînê bi temamî bi cih bibin û têkiliya di navbera yekîneyên gerîlayan de qut bikin. Bi vê pêşketinê re balafirên şer ên dewleta tirk bê navber jîngehên sivîlan jî bombebaran dikin.” QAMIŞLO

Çavkanî: Mûrada Kenda / ANHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar