PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Îro jî rojnamegerên ku Abayay dişopînin hene

Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Çetîn Abayay 27 sal berê dema rojnamegerî dikir hat kuştin. Xwişka Çetin Abayay Rahime Abayay diyar kir ku ji salên 90’an heta niha zext û tundiya li ser rojnamegerên kurd bi dawî nebûye û wiha got: “Îro jî rojnamegerên bi rûmet yên tekoşina wî berdewam dikin hene.”

Bi dehan sal in rojnamgerên kurd ji bo rastiyan bigihînin civakê berdêlên giran dan û hê jî berdêlê didin. Di salên 1990’î de bi dehan rojnamegerên kurd hatin kuştin. Rojnamegerên wê demê hatin kuştin û revandin, heta niha di milê hiqûqî û darazî de tu gav nehatiye avêtin.

Yekemîn rojnamegerê kurd ê hat revandin û kuştin, nûçegîhanê Rojnameya Yenî Ulke  Cengiz Altun bû. Altun piştî têkiliya dewletê û hîzbûllah ronî kir, di 24’ê Sibata 1992’an de hat kuştin. Piştî Altun kuştin, xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Çetin Abayay kuştin. Abayay, di 29’ê tîrmeha 1992’an de li Êlihê dema diçû mala xwe rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. Abayay, piştî rastî êrîşê hat, rojek şûnde li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Lê ji wê demê heta niha kujerê Abayay wekî kujerên Berî Abayay û piştî Abayay hatin kuştin, hêj kujerên wan nehatine ronîkirin.

Rahime Abayay têkildarî salvegera qetilkirina birayê xwe Çetîn Abayay ji nûçegihanê MA’yê Metîn Yoksu re axivî û qala 27 sal berê kir

 Malbat bi zextan re rûbirû ma

Rahîme Abayay anî ziman ku wekî malbatê bi darbeya 12’ê Îlonê re zext û îşkenceya dewletê nas kirin û wiha got: “Wê demê bavê min hat binçavkirin û demek dirêj di bin çavan de ma. Em bi zextên dewletê mezin bûn. Piştî Çetîn zilma li bavê min û gelê kurd hat kirin dît, bêtîr xwe tev li tekoşînê kir. Hêj dema diçû lîseyê tekoşina azadiyê nas kir. Ji bo azadiya gelê kurd hewl da ku her tiştî bike. Ji ber xebat û tekoşîna xwe hêj di serdema lîseyê de gelek caran hat binçavkirin. Rastî îşkenceyê hat. Gelek caran hat girtin. Lê tevî hemû binçavkirin, girtin û îşkenceyê têkoşîna xwe berdewam kir. Gav başve neavêt. Ji ber carekê hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat, ji bo dermankirinê me ew şand Enqereyê. Dema bijîşk birayê min Çetîn muayîne dikir jêre got: ‘Tu hêj biçûk e. Tu xapandine. Çetîn jî ji bijîşkan re got, ‘Na tu kesî ez ne xapandime. Ez bi zanebûn û daxwaza xwe vî karî dikim û têdikoşim.’ Li ser vê yekê doktoran ew muayîne nekir û paşve şandin.”

Mesele kurd be qanûnan nas nakin

Abayay anî ziman ku d salên 90’an de polîsan bê navber bi ser malên wan de girt û wiha axivî: “Bavê min wekî hevrêyê me bû. Rojekê dîsa bi ser mala me de girtin. Birayê min li dolmîşa polîsan suyar kiribûn û çavê wî girê dabûn. Polîsan ji bavê min re got: ‘kurekî te heye. Divê tu jê şerm bike.’ Bavê min jî bertek nîşanî wan da û got ‘Ez bi kurê xwe serbilind im’. Piştî vê yekê polîs aciz bû û bavê min binçav kirin. Bavê min û birayê min bi hevre binçav dikin. Dema çavê birayê min girtî bû xwestin kaxizekê bi wî bidin îmzekirin. Çetîn jî gotibû ‘Dema çavê min girtî be nikarim îmze bikim. Divê berê ez bixwînim.’ Polîsan ji gotibû ‘Çetîn tu dibêje qey ev der Ewropa ye. Dema mijar bibe kurd em qanûnan nas nakin’. Helwesta wan a li hemberî kurdan wisa bû.”

 Mamostetî qedand bû rojnameger

Abayay anî ziman ku piştî birayê wê mamostetî xelas kir û şûnde biryar da ku bibe rojnameger û wiha got: “Piştî birayê min bû rojnameger bi Cengîz Altun re xebitî. Piştî birayê min got ‘Çawa dibe ku li Êlihê Buroya Kovara Ozgur Halk’ê nebe’. Biryar girt ku buro vekin û li vir rojnameyê belav bikin. Piştî buro vekirin her roj diçû buro vedikir û piştre derî bi derî rojname li malan belav dikir. Wê demê dema mirov ji malê derdiketin wekî ku carek din hev nebînin ji malê derdiketin. Birayê min ji bo gelê Kurd bibe xwedî agahî û ronî bike bû rojnameger. Gelek caran rastî gefan hat. Telefoni malê dikirin. Dema me vedikir ne di axivîn. Lê dema birayê min vedikir gef li xwî diwarin. Birayê min tevi hemû gefan dîsa dest ji karê rojnamegeriyê berneda. Birayê min Çetîn tevî hemû gef û tundiyan Kovara Ozgur Halk û rojname belav kir. Di ser kuştina Çetîn re 27 sal derbas bûn. Lê hêj kujer nehatine ronîkirin. Naxwazin kujeran ronî bikin. Di rapora Susurlukê de navê birayê min jî derbas dibe. Tevî belge û delilan hêj kujer nehatiye dîtin û nehatiye darizandin. Rastiyek heye. Ew jî tekoşîna birayê min e. Têkoşîna ku birayê min dimeşand îro jî berdewam dike. Tundî û zextên li ser çapemeniya Kurd duh hebû îro jî heye. Lê tekoşîna rojnamegerên Kurd jî hêj didome. Birayê min di rojênk herî dijwar de rojnamegerî kir. Îro rojnamegerên têkoşîna wî ya bi rûmet dimeşînin hene. Her çend zext li ser vî gelî hebin jî, gel wê van zextan ronî bike. Wê rojnamegerên bi rûmlet jî her dem hebin.” ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar