Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Derdê dewleta tirk!

Derdê dewleta tirk a dagirker xuya bû. Daxuyaniyên rayadarên dewleta tirk nîşan dide ku ji bo wan ewlehî, aramî ne girîng e. Armancên wan ên veşartî hene û bi demê re xwe dide der.

Piştî hevdîtinin rayadarên dewleta tirk a dagirker bi nûnerê Dewletê Yekbûyî Amerîkayê yê Sûriyeyê James Jeffrey bidawî bûn, “herêma ewle” dîsa bû rojeveke sereke. Beriya wê Wezîrê Karê Derve Mevlût Çavûşoglu beşdarî bernameyeke televîzyoneke tirk bû û daxuyaniyên balkêş da. Li ser pirsa bernemevan diyar kir ku “tê gotin li herêmê aramî heye” Çavûşoglû niyeta xwe pir bi zelalî aşkera kir û got “mesela me ne aramî ye.” Ev gotin rastiya siyaseta dewleta tirk a li Sûriyeyê û bi taybet li bakur û rojhilatê Sûriyeyê raxist ber çavan.

Ji bo wan aramiya gelên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn ne girîng e.  Derdê wan diyar e ku naxwazin li herêmê demokrasî, azadî, edalet hebe. Naxwazin kurd azad bijîn û dixwazin kurd her tim wek koleyên wan bimînin.

Rayadarên DYA’yê ji bo dewleta tirk gotinek her dubare dikin û dibêjin “gumanên Tirkiyeyê rewa yên ewlehiya sînor hene.” Ev gotin bi serê xwe bi pirsgirêk e. Heta niha ji sînorê di bin serweriya rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê tehdîtek li ser Tirkiyeyê çênebûye. Ger hin bûyer qewîmîbin jî, ev di gotinên serokê MÎT’ê Hakan Fîdan de veşartiye ku gotibû “ez ê çend kesan bişînim wî aliyê sînor, çend topan biavêjim vir û şer derxim.” Siyaseta dewleta tirk li ser Sûriyeyê heta niha li gorî wan gotinan meşiya, dimeşe. Tu carî li ser sînorên siyasî yên Tirkiyeyê ji aliyê Sûriyeyê êrîşkariyekî nebûye.

Dewleta tirk çima dixwaze bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bike? Li gorî min ev pirs divê bêkirin. Dervî wê gotin “herêma ewle” zêde wateya xwe nîne. Bi navê “herêma ewle” ku dewleta tirk vê herêmê wek firehiya 30 km dixwaze, e firehî pirraniya herêmê kurd lê dijîn dikeve navê. Ji xwe rayadarên tirk ji bo vê herêmê aşkera dibêjin ku wê koçberên ji Idlib, Hema, Deraa, Şam, Halep li vê herêmê bicih bikin. Ev yekser guhertina demografî ya herêmê ye.

Di rastiyê de dewleta tirk dixwaze siyaseta rejîma BAAS ya Kembera Erebî temam bike. Armanca sereke ya dewleta tirk a dagirker ew e ku tişta li Efrînê kir li vir dubare bike. Kurdan, suryaniyan, ereban ji herêmê derxe, li şûna wan kesên ji cih din ên li Sûriyeyê koçber bûne û çeteyan li herêmê bicih bike. Ev êdî nayê veşartin. Ji serokêwezîrê berê yê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim ev îtraf kiribû û gotibû “em ê koçberên Sûriyeyê li rojhilatê Firatê bicih bikin.”

Herî dawî gotinên serokê tevgera Birayê Misliman Erdogan pirr balkêş bû. Li gorî Erdogan ew û DYA lihev bikin û “herêmek ewle” bêavkirin jî, ew ê êrîşî herêmê bikin û kurdan jinav bibin. Li gorî Erdogan yê serokê tevgera Birayê Misliman bi DYA lihev kirin jî ne girîng e. Armanca wan bi temamî rastiya herêmê jinavbirin e.

Îtrafên bi vî rengî jî dide diyar kirin ku daxwazek dewleta tirk a dagirker ya li hevkirinê nîne. Ev dan û stendinin bi Dewletên Yekbûyî Amerîka re dike jî, armanca wê ji bo êrîşkarî û komkujiyan re bingeh çêkirine. Gotinên rayadarên Amerîka yên dibêjin “fikarên rewa yên ewlehî yên dewleta tirk hene,” ku rastiya ev gotinan tunene, hêvî dide dewleta tirk ji bo komkujiyan û dagirkeriyê.

Herêma li Sûriyeyê ewle Efrîn bû, niştecihên Efrînê ji sedî 95 kurd bûn. Dewleta tirk dema Efrîn dagirkir kir, gotina “em ê gelê herêmê yên eslî vegerînîn Efrînê” bi kar anî. Hinek kurd jî ji vê xapiyan wiha hazir kirin ku wê cihekî ji bo wan di desthilatiyê hebe û destek dan dagirkeriya dewleta tirk. Niha li Efrînê ji sedî 10 jî kurd li Efrînê nemaye. Yên mane jî tê rewandin, îşkence kirin û kuştin. Mal û milkê wan hatiye desteserkirin. Kurdan bi hemû siyasetên cûda li Efrînê winda kir.

Niha cihê herî ewle bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi sed hezaran suryan, ermen, aşûr, bi milyonan kurd û ereb bi hev re di nava aştiyê de dijîn. Van gelan têkoşînek dijwar li dijî terora DAIŞ’ê dan û bi ser ketin. Niha dewleta tirk dixwaze vê aramiyê xerab bike. Gelên herêmê neçarî koçberiyê bike.

Divê di despêkê de kurd bi hemû aliyên xwe yên siyasî zanibin sûd di dagirkeriya tirkan de ji bo wan nîne.

Ya duyem gelê herêmê yên qedîm li ser vê axê zanibin ku dewleta tirk ji êş ê, kuştin, talanê cûdatir tiştek ji bo wan nayne.

Koalîsyona li dijî DAIŞ û DYA’yê baş dizane ku dewleta tirk hevkarê DAIŞ’e û dagirkeriya dewleta tirk wê DAIŞ’ê li herêmê zindî bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar