Hikumeta Afganistanê ragihand ku di êrîşa li dijî buroya namzetê cîgirê serok Emir Ellah Salih a li paytext Kabîlê pêk hat de 20 kes hatin kuştin. 50 kes jî birîndar bûn.
Duh buroya namzetê nûnertiya cîgirê serokê Afganistanê ya Kabîlê rastî êrîşekê hat. Di êrîşê de Emir Ellah Salih ê ku ji bo nûnertiya cîgiriya serok xwe xebatên hilbijartinan dikir birîndar bû. Di êrîşê de 20 kes hatin kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûn. Ji ber êrîşên rojane yên tevgera Talîban û çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî hêz û karmandên hikumetê û sivîlan rewş ne aram e.KABÎL