Girtî Kerem Îmrek yê danişina wî li Mûşê hat dîtin û piştre, ji bo wî bişînin Girtîgeha Kirikkaleyê şevekê li Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê hiştin, ji ber lêgerîna tazî qebûl nekir, rastî lêdanê hat
Girtî Kerem Îmrek ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kirikkale girtî ye, rastî lêdanê hat. Îmrak, ji ber doza bi îdîaya “endamê rêxistinê” dihat darizandin, li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hat darizandin. Piştî danişina Îmrek ew şandin Girtîgeha Kirikkaleyê.
Kerem Îmrak, di rêde şevekê li Girtîgeha Hêjmar 1 a Xarpêtê hiştin. Piştî şevekê li Xarpêtê hiştin roja din, şandin Kirikkaleyê. Hat diyar kirin ku dima Îmrek li Girtîgeha Xarpêtê hiştin lêgerina tazî li ser wî ferz kirin û ji ber lêgerîn qebûl nekir li wî dan.
Dayika Kerem Îmrek Keziban Îmrek, anî ziman ku ji ber kurê wê lêgerîna tazî qebûl nekir rastî lêdanê hatiye û wiha got: “Ji ber kurê min rastî lêdanê hat êdî nikare li ser piyên xwe raweste. Kurê min 7 sal in girtî ye. Heta niha negotiye rastî lêdanê hatiye. Lê vê carê bawerim êdî nikare birînên xwe veşêre got rastî lêdanê hatiye. Em ê der barê berpirsiyaran de lêpirsînê vekin. Kurê min li dijî hiqûqê 7 salin girtî ye. Min got madem dema te dibin dadgehê li te didin wê demê tu jî dernekeve dadgehê. Em ê serlêdana sûc bikin.” STENBOL