Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên Dêrazorê li dijî gefên dewleta tirk meşiyan

Bi dehan jinên Dêrazorê li dijî gefên dewleta tirk ên li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê, meşek li dar xistin

Di çarçoveya pêngava ‘Me yekitiya xwe ava kir, em bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin’ ya 23‘yê tîrmehê bi armanca şermezarkirina gefên dewleta tirk ên li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Meclisa Jinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, bi dehan jinên gundewarên Dêrazorê meşek li dar xistin.

Meş ji deriyê ketina bajarokê Kesrayê ya gundewarê bakurê bajarê Dêrazorê dest pê kir û li navenda bajêr veguherî mîtîngê. Li vir axaftin hatin kirin. Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Eyşê Siûd, ser navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Jinan endama hêzê Hind Ehmed û ser navê hevserokatiya Meclisa Sîvîl a Dêrazorê Lîyla Hesen axivîn.

Axaftvanan gefên Tirkiyeyê yên li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kirin, her wiha teqez kirin heke êrîş li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çêbibin jinên herêmê dê bê bersiv nemînin, berevajî vê yekê ew ê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinin.

Piştî axaftinan bi navê Rêveberiya Jinan a gundewarê rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek ji aliyê endama mala jinê Hiyam Ehmed ve hate xwedni

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bi navê Rêveberiya Jinan û hemû jinên azad ên li Dêrazorê em koletî û bêrûmetiyê napejirînin, binpêkirinên hovane yên ku Erdogan li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê red û şermezar dikin. Em jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê yekdest in, gefên li ser hermên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di heman demê de gefên li Dêrazorê ye jî.

Me ji vîn û hêza têkoşer Leyla Guven sûd wergirtiye û em ê heta pêkanîna armancên xwe û parastina herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, şopdarên rêya wê bin.”

Çalakî bi dirûşma ‘Na ji gefên Tirkiyeyê re û bijî biratiya gelan’ bi dawî bû. DÊRAZOR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar