Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) li dijî hêzên PDK’ê helwestn nîşan da û xwest ku demildest nûçegihan Zibêr Bradostî were berdan
Desthilatiya PDK’ê bi tifaqa qirêj a di navber wê û dewleta tirk de sînorê zext, tundî û binpêkirinê mafan nas nake. PDK li aliyekî piştgiriya dewleta tirk dike ku başûrê Kurdistanê dagirdike, li aliyê din jî rojnamegerên ku vê tifaqa qirêj a li dijî civak û erdnîgariya Kurdistanê aşkera dikin binçav dikin. PDK li başûrê Kurdistanê wekî nûnertiya AKP’ê tevdigere û tiştên ku jê tê xwestin pêk tîne. Li ser ferman û îstixbarata MÎT’ê ya dewleta tirk asayîşa PDK’ê rojane welatiyên kurd û rojnamegerên ku li dijî vê tifaqa qirêj binçav dikin, digirin û gefan li wan dixun. PDK’ê herî dawî 10 roj berê nûçegihanê Ajansa Rojnewsê Zibêr Bradostî binçavkir û ji wê rojê ve ye tu agahî jê naye girtin.
Komîteya Berevaniya li Nûçegihanan (CPJ) têkilî nûçegihanê Ronewsê Zibêr Bradostî ku ji hêle asayişa PDK’ê ve hat binçavkirin û ev 10 roj in agahî jê nayê girtin, daxuyaniyeke niviskî da. CPJ’ê bang li rayedaran kir û xwest ku Bradostî demildest wer berdan.
CPJ’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir Bradostî ji hêla Fermandariya Helgurdê ya PDK’ê ve hatiye binçavkirin, nayê hiştin ku kesî bibîne û ji roja ku hatiye binçavkirin û heta niha ew nebirine dadgehê jî.
‘Pergala dîktator’
Nûnerê CPJ’ê yê Rojhilata Navîn û Efrîkeya Bakur Îgnacîo Mîguel Delgado wiha got: ”Rêveberên kurd xwe weke ku demokrat bin nîşan didin. Lê encama pergala dîktarorî ye ku nûçegihaneke beleheq were girtin. Banga me li Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê ew e ku Zibêr Bradost demildest were berdan an jî derbarê aqûbeta wî agahiyê berdin û bibin dadgehê.”