HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku hêzên wan ên gerîla li Gevera Colemêrgê li dijî artêşa tirk çalakiyek lidar xistine û di vê çalakiyê de 13 leşkerên tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk xistine.
HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager Şehîd Ronya de roja 29’ê tîrmehê li dijî artêşa tirk rêzeçalakiyên bi bandor lidar xistin e û ev agahî parve kir: “Hêzên me saet di 10:30’an de li dijî yekîneya operasyonê ya li derdora Girê Şehîd Sarya yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûbûn çalakiyek lidar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Hêzên me saet di 11:30’an de li dijî konvoya zirxî ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji Qereqola Astenga Reş ber bi qereqola Wargenima ya navçeya Gever a Colemêrgê ve diçû çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiya ku bi taktîka sabojatê pêkhatî de wesayîteke zirxî hate rûxandin û 13 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm gulebaran kir û bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir.”
Di encama bombebaranê agir li herêmê derket
Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku roja 29’ê tîrmehê saet di 21.00’an û 23.00’an de artêşa tirk gelek wesayîtên zirxî sewqî Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê kir û wiha domand: “Di dema vê sewqiyatê de helîkoptera tîpa kobra ku bombe li herêmên Xeregol û Şelalê barand bu hedefa hêzên me. Hêzên me bi giranî li helîkopterê dan û helîkopter neçar ma ji herêmê dûr bikeve. Di heman deme de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li herêma Botanê didome de, roja 28’ê tîrmehê saet di 17:15’an de li dijî wesayîteke ku alavên leşkerî ji qereqola Şûxa ya navçeya Berwarî ya Sêrtê re dibir çalakiyek lidar xist. Bi serketî li wesayîta dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi çekên giran herêm bombeberan kir û di encama bombebaranê de agir li herêmê derket.”
4 gerîla şehîd bûn
HPG’ê diyar kri ku roja 27’ê tîrmehê balafirên şer ên artêşa tirk bombe li herêmê gundê Cangiza yên navçeya Tetwanê ya Bedlîsê barandin û ev tişt ragihand: “Di vê bombebaranê de 4 hevrêyên me şehîd bûn. Piştî bombebaranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêmê operasyon da destpê kirin. Operasyon heman rojê saet 14:30’an ji herêmê paşve vekişiya. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”
Êrîşên hewayî
Her wiha daxuyaniya HPG’ê wiha bi dawî bû: “Roja 29’ê tîrmehê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de balafiran saet di 13:00’an de herêma Tepê Sor yê herêma Avaşîn, saet di 19:00’an de herêma Werxelê ya herêma Zê, saet di 22:45’an de herêma Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê bombeberan kirin. Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN