Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Werzîş ruhê hevaltiyê pêş dixe

Bi pêşengiya Kongreya Star li taxa Şêx Meqsûd du tîmên futbolê ku ji jin û zarokan pêk tê hatin avakirin. Lîstikvanên jin ên futbolê dan zanîn ku werzîş di jiyan wan de guhertinek çêkiriye û destnîşan kirin ku werzîş ruhê hevaltiyê pêş dixe

Li taxa Şêx Meqsûd a bajara Helebê bi pêşengiya Kongreya Starê du tîmên futbolê ya ku ji jin û zarokan pêk tê hatin avakirin. Ev tîm piştî ku perwerde bi dawî bû dê bi tîmên jinên ciwan ên şoreşger re bileyîzîn. Jinên ku cihê xwe di tîmên futbolê de digirin nêrînên xwe parve kirin.

Nûdem Bekîr li ser girîngiya werzişê rawestiya û wiha got: “Bi alîkariya Rêxistina Kongreya Star, me dest bi futbolê kir. Werziş ji bo tenduristiya mirovan pir baş e û me ji nexweşiyan diparêze. Werzîşa dema sibêhê tên kirin bandoreke erênî li ser tenduristî û bedena mirovan dike. Divê bi taybetî jinên ciwan bi werzîşî re mijûl bibe.”

Culiyene Ereb qala avakirina tîma futbolê kir û ev tişt anî ziman: “Bi avakirina tîma futbolê re em pir keyfxweş in. Gaveke pir hêjaye ku jin bikaribe di futbolê de cihê xwe bigire û bibe lîstîkvanên herî xurt. Em heftê du rojan derbarê futbolê de perwerde dibînin. Bangawaziya min ew e ku her jineke ciwan xwe di aliyê werzîşê de pêş bixe. Ji ber ku werzîş tê wateya mirovên bi tenduristî.”

‘Em ê rojek li ser axa xwe futbolê bilîzin’

Îsraî Îsa ji bajara Efrînê ye wekî lîstikvanên din ên jin kêyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got: “Em zarokê Efrînê ne, em biçin li ku derê jî em ê navê welatê xwe her tim hildin. Efrîn a efrîniyan e. Kîjan roj be jî em ê vegerin ser axa. Em ê li ser axa xwe futbolê bilîzin.”

Herî dawî Rojîn Mûsa bal kişand li ser ruhê wekheviyê û ev tişt vegot: “Di nav vî şerî de rewşeke giran heye, werzîş di jiyanê me de guhertinek ava kir. Bi taybet di werzîşê de ruhê hevaltî pir pêş de ye. Ew hevaltî me bi hêz dike.” HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar