Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Îstixbarat’ derî bi derî digere

Li Mêrsînê, hin kesên xwe wek îstixbarata polîs û cendirmeyan didin nasandin, her meh bi awayekî rêkûpêk diçin malên malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne û hevkarîtiyê li wan ferz dikin

Li Mêrsînê, hin kesên xwe wek îstixbarata polîs û cendirmeyan didin nasandin, her meh bi awayekî rêkûpêk diçin malên malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûne, der barê zarokên wan de agahiyan berhev dikin û ji bo wan bînin hevkarîtiyê li wan ferz dikin. Malbatên ji ber vê rewşê nerihet dibin, anîn ziman ku ev kesên navborî zêde zêde wan nerihet dikin. Malbateke ku nexwest navê wê bê aşkerekirin, bilêv kir ku wan ji kesên hatine mala wan re gotiye “em nizanin zarokê me li kuderê ye û em nizanin çi jî dike”, lê belê dîsa jî çewisandina li zar wan didome.

‘Alîkariya me bikin’

Malbatê, bilêv kir ku kesên tên bi kurdî bi wan re dipeyivin û dixwazin xwe li ber dilê wan şîrîn bikin. Malbatê, anî ziman ku ev çewisandin her diçe zêde dibe û ji ber vê nizanin êdî çi bikin. Ferdên malbatê anîn ziman ku kesên hatine ji wan re gotine: “Bi salan hin kêmasiyên dewletê çêbûn. Ji ber vê zarokên niha zarokên we niha an di girtîgehan de ne an jî tev li refên gerîla bûne. Dewlet naxwaze careke din daxilî kêmasiyeke wilo bibe. Ji bo vê jî em dixwazin hûn zarokên xwe bînin. Ger vegerin bawer bikin wê neyên binçavkirin jî wê tiştek jî neyê serê wan. Ji bo vê hûn dikarin bi me bawer bin. Hûn dizanin li kuderê ne. Miheqeq we hevdu dîtiye. Tenê ji me re cihên wan bêjin û hinekî jî alîkariya me bikin. Em ê bi sax û silamet wan bînin. Me gelek kes anîne. Niha ew li cem malbatê xwe ne û kêfxweş in.”

Malbatan ji bo vê yekê ji hêzên demokrasiyê doza alîkariyê kirin û gotin: “Êdî em jî nizanin wê çi bibe. Tên bi saetan rûdinên, çay û qehwê vedixwin. A rast ne em zanin zarokên me li kuderê ne ne jî ew.” MÊRSÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar