Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ciwanên ji Girê Spî: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Ciwanên ereb, kurd û ermen ên li Girê Spî diyar kirin ku wan li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta tirk amadekarî kirine û gotin, dê rê nedin dagirkeriyê

Gefên dewleta tirk ên di bin navê ‘herêma ewle’ de dixwaze Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û amadekariyên gelên herêmê yên li dijî êrîşeke gengaz didomin. Li Girê Spî ku dewleta tirk hêzên xwe yên leşkerî li sînorê wê zêde kiriye, gelên herêmê bi rojane li binê kon çalakiya mertalên zindî dikin. Ciwanên kurd, ereb, ermen, tirkmen ên li Girê Spî diyar dikin ku wê dagirkeriya dewleta tirk ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Ciwanên ji ANF’ê re axivîn diyar kirin ku Tirkiye dixwaze fitneyê bixe navbera gelan, bi vî rengî hin tiştan bi dest bixe lê belê ew li dijî dagirkeriyê yekbin.Ji ciwanên ermen ên li Girê Spî Kokeb Merciyan bi bîr xist, beriya niha dema ku bajar ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin di serî de ermen gelên herêmê êşên giran kişandin û ew nedikarî biçin dêrên xwe. Merciyan wiha got: “Beriya niha zilmeke mezin li me dihate kirin. Lê belê çend salên dawî em di nava aramiyê de ne. Niha dewleta tirk gefa dagirkirinê li me dixwe. Em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin û em ê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Em ê rê nedin dagirkeriyê.”

‘Li dijî dagirkeriyê em ê bibin yek’

Jin a ciwan a ereb a Girê Spî Nofe Hecî jî destnîşan kir ku li dijî dagirkeriyê wan bi her rengî amadekariyên xwe kirine û wiha got: “Gelên herêmê li vê deverê li ber xwe didin. Erdogan dixwaze xaka me dagir bike, em jî li dijî vê yekê çalakiya mertalên zindî pêk tînin. Em ê rê nedin ku xaka me careke din bê dagirkirin. Di serî de jin em ê xaka xwe, namûs û bajarê xwe heta dawiyê biparêzin. Di serî de jin ên ciwan ciwan hemû li dijî dagirkeriyê amadekariyên xwe dikin. Em ê dagirkeriyê qebûl nekin. Tirkiye li vê deverê dixwaze fitneyê bixe navbera me û hin tiştan werbigire lê belê em hemû li dijî dagirkeriyê bibin yek beden.”

‘Em ê dagirkeriyê qebûl nekin’

Ciwanê kurd ê ji Girê Spî Ferhan Mistefa diyar kir ku wê dagirkeriyê qebûl nekin û li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Mistefa jî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka me li pey firsendê ye. Lê belê em dagirkeriyê qebûl nakin. Dewleta tirk dixwaze di navbera gelên herêmê de şer derxîne û îradeya li vê deverê ji holê rake, dixwaze zîhniyeta xwe ya tekperest ferz bike. Lê belê bi navê ciwanên gelên herêmê em ê dagirkeriya dewleta tirk ti carî qebûl nekin û heta dawiyê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin.” GIRÊ SPÎ

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar