Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li Xakurkê çalakiya sûîkastê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku li Xakurkê gerîlayên wan çalakî pêk aniye û leşkerek kuştine

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî artêşa Tirk çalakiyek li dar xistiye û di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di roja 30’ê tîrmehê saet 12.30’an de li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Derwêş ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bûbûn, çalakiya sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.”

Li Bestayê şer

HPG’ê destnîşan kir ku di 28’ê tîrmehê de artêşa TC’ê ya dagirker bi desteka yekîneyên veşartî li herêma Çelê Sor a herêma Şehrîban a herêma Besta ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. HPG’ê da zanîn ku şer qewimîye û ev agahî ragihand: “Heman rojê saet 12:40’an hêzên me bi yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Di şerê li vê herêmê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nahate zelalkirin, 2 hevreyên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin. Heman rojê bi şev operasyon ji herêmê vekişiya.”

Operasyona li Silopî bi paş ve hate kişandin

Bi berdewamî HPG’ê ev tirş ragihand: “Di 27’ê tîrmehê de artêşa TC’ê ya dagirker li herêma gundên Germik û Zêtka yên navçeya Silopya ya Şirnexê operasyon da destpêkirin. Heman rojê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û di sibeha 28’ê tîrmehê de leşker danîn herêmê. Ev operasyon heman rojê saetên nîvro bêyî encam bigire paş ve vekişiyaye. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya xwe nûçeyên derew yên windahiyên gerîla di operasyonê de servîs dike. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê li ser êrîşên hewayî jî ev agahî parve kir: “Di 31’ê tîrmehê (îro) saet di 07.30’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker Girê Bahar ê li herêma Gundê Filleha û herêma Kunîşka yên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar