Gerîlayên HPG’ê li Bestayê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 27’ê Tîrmehê de li Bestayê çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Di 27’ê tîrmehê de saet di 17.00’an de hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de li qada Eyşedinkê ya Bestaya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.” BEHDÎNAN