Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne. 48 tîmên futbolê tevli vê tûrnûvayê dibe. Lîstikvan Cuneyt Aykût li der mijarê wiha got: “Em vê jehrê û fûhûşê li bajarê xwe naxwazin. Em amade ne ku li dijî vê têbikoşin.”
Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Cizîrê li dijî asîmîlasyon, fûhûş û narkotîkê tûrnûvaya futbolê pêk tîne. Tûrnûvaya futbolê bi şiyara “Girêdayî nebe, azad be” pêk tê û 48 tîmên futbolê tevli bûne. Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Huseyîn Kartal diyar kir ku beriya “qedexeya derketina derve” û dagirkeriya qeyûman, şaredariyan ji bo ciwanan ji çand û hunerê heta spor û perwerdeyê gelek derfet afirandibûn. Kartal diyar kir ku piştî “qedexeyê” qeyûman gelek saziyên ciwanan ji holê rakirin, lewma ciwan ber bi meylên şaş ve çûn û wiha got: “Li dijî ciwanan gelek polîtîkayên qirêj hatin meşandin. Me jî li vê herêmê li dijî vê yekê tûrnûvayên futbolê pêk anîn. Armanca me ew e ku qadên ciwanan ên ku qeyûm hewl da vala bike ji nû ve dagirin û li dijî asîmîlasyon û têkbirinê têbikoşin.”
Kartal bal kişand ser astengiyên ku di dema amadekariya tûrnûvayê de rû dan û diyar kir ku polîsan gef li hin tîmên ku xwestin tevlî tûrnûvayê bibin xwarin. Kartal destnîşan kir ku tevî astengiyan hemûyan jî ew tûrnûvaya xwe didomînin û bang li ciwanan kir ku li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên mêtingeriyê tevbigerin.
Lîstikvanê tîmeke beşdar Cuneyt Aykût jî wiha got: “Em vê jehrê û fûhûşê li bajarê xwe naxwazin. Em amade ne ku li dijî vê têbikoşin.” ŞIRNEX