Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rojnamegeran medya ya alîgirê dagirkeriyê nirxandin

Rojnamegerên Germiyanê gotin, ji ber ku beşek ji ragihandinên kurdî girêdayî hizbî ne û bi biryara hizbî kardikin, rê pê nayên dayîn têkildarî êrîş û dagirkeriyê weşanê bikin. Herwiha rojnamegeran destnîşan kirin ku divê hikûmeta herêm û Bexda konsolên Tirkiye û Îranê daxwaz kiriban û li ser ziyanên êrîşan wana ew hişyar kiriban a

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ser xaka başûrê Kurdisanê berdewame, di van êrîşan de gelek caran komkujî pêktên. Lê balkêşa hinek ji medyayên başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşan bêdengiya xwe diparêzin, yan jî hewildidin rewabûnê ji van êrîşan re peyda bikin. Li ser vê mijarê rojnamevanên Germiyanê ji Rojnewsê re axivîn.

Rojnamevan Karox Umer li ser bêdengiya beşek ji medya başûrê Kurdistanê wiha axiv: “Beşek ji medya ya Başûr hatine avakirin, pereyek xeyalî xistine li ber destê wan, ji bo rewabûnê bi dagirkeriyê bidin. Herwiha beşek din a medyaya kurdî wisan kiriye ku mijara dagirkerî û komployên li ser çar parçên Kurdistanê têne meşandin, nebe rojevek sereke û wekî ku mijarek ji rêzê be, lê were nêrîn.”

Rojnamevan Dilşad Seyîd Elî jî wiha got: “Piraniya kanalan serbi hizbanin, her mijarek ku hizba wana nexwaze û bi metirsî bizane ji bo dost û hevpeymanên xwe kar li ser nakin. Wekî ku niha tê dîtin, kanalên başûrê Kurdistanê gelek kêm dagirkeriya dewleta tirk têxin rojeva xwe. Ji vê yekê ev rastî derdikeve ku li başûrê Kurdistanê hizbên siyasî hene, hevpeyman û dostê Tirkiye û Îranê ne. Ev yek jî ziyanê bi mijara netewî digihîne.”

Li ser heman mijarê rojnamevan Şaho Îbrahîm jî ev tişt anî ziman: “Erkê herdu hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ewe ku konsolê welatên Tirkiye, Îran û welatên din li ser mijara dagirkeriya Tirkiye ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahdar bikin. Erkê ragihandinê ewe ku van karên hikûmetê bişopîne, herwiha erkê medyayê ewe ku vê dagirkeriya Tirkiye bi rastû diristî ji bo gel ragihîne.”SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar