Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK amadekariya şerê li dijî PKK’ê dike!

PDK hêza xwe ya leşkerî li xeta Şeladizê-Duhokê zêde kir û bi vî rengî amadekariya şerekî li dijî PKK’ê dike

Desthilatiya PDK û AKP’ê bi tifaqeke qirêj li dijî kurdan şer dimeşînin. PDK ya nûnertiya AKP’ê li başûrê Kurdistanê dike, tundiyek mezin li ser gelê kurd pêş dixe. PDK’a ku di xiyaneta li dijî kurdên azadixwaz sînoran nas nake rojane kerteke din li vê xiyaneta xwe zêde dike.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yên li herêmê ragihandine, PDK amadekariyan dike ku hêza xwe ya leşkerî li hemû bajarok û navçeyên Herêmên Parastinê yên Medyayê kom bike.

PDK amadekariyan dike ku bi taybetî hêzên xwe bişîne xeta Qadişê-Bamernê, bajarokên Çemankê, Bakirman, Bamişmiş, Dinartê. Tê gotin ku PDK wê hêza xwe ya leşkerî li van herêman bi cih bike û bi vî rengî hin girên li derdora van bajarokan kontrol bike.

Bicihkirina hêza leşkerî ya PDK’ê li van herêman weke hewldanek ji bo tengavkirin û dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gerîlayên azadiyê tê dîtin. Nûçegihanên ANFF’ê yên li herêmê destnîşan dikin ku bicihkirina hêzên leşkerî li herêmê dibe ku bibe sedem ku hin bûyerên metirsîdar rû bidin. Herêmên ku pêşmerge lê bi cih bûne û wê lê bi cih bibin di heman demê de herêmên ku gerîla lê ne. DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar