Di encama operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’iyan de li Panosa Agiriyê 6 HDP’yî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin endamên mecilsê û xebatkarên HDP’ê ne. Li Cizîrê jî 4 xebatkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî li ser gelê kurd û siyasetmedarên kurd ranaweste. Rojane bi dehan kurd di encama vê operasyonaqirkirina siyasî ve tên binçavkirin û girtin. Vê sibehê li navçeya Panos a Agiriyê polîsên dewleta tirk havêtin ser malên HDP’iyan. Di serdegiritina malan de dîriyên malan hatin şikandin û hemû alav û amûrên welatiyan hatin tevlihevkirin. Di serdegirtina malan de endamê meclisa şaredariya Panosê yê HDP’ê Mehmet Şahîn Savci, Orhan Tutak, xebatkrên HDP’ê yên Panosê Mehmet Emîn Savci, Omer Yavûz, Fatîh Dilmaç û Musa Uygar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.
Li aliyê din polîsan di saetên serê sibê de, li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi ser gelek malên xebatên tenduristiyê de girtin. Di serdegirtinê de dixtor N.S., hemşîre Ş.E., A.K. û A.T., hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina xebatkarên tenduristiyê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.