Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

YPJ: Şopdarên Derwêş û Edûlan pêşî li komkujiyê girtin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî û wiha got: “Neviyên Kawayê Hesînkar, şopdarên Derwêş û Edûlan û hevrêyên Binevş Agalan, sonda tolhildanê girtibûn pêşiya komkujiya mezin bigirin.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermana 73’yan a di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser êzidiyên Şengalê pêk hat bi bîr anî û qirkirina bi destê çeteyên DAIŞ’ê şermezar kir.

YPJ’ê diyar kir ku ew di şexsê Bêrîvan, Gulçîn, Vînar, Şengal, Berxwedan, Canwelat, Zêrîn Qamişlo de hemû şehîdên 2014’an ên di berevaniya Şengalê de bi bîr tînin û soz didin ku xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

Di nav qirkirinan de roja dewleta tirk

YPJ’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser rola dewleta tirk a li ser qirkirinên li hemberî êzidiyan û wiha domand: “Hêzên desthilatdar ên kujer di dîrokê de li ser civaka me ya êzidî bi dehan komkûjî pêk anîne. Sedema van komkujiyan tunekirina ol, bawerî, çand û xaka pîroz a Şengalê bû. Di serî de dewleta tirk aa ku di 61 fermanên li ser Şengalê de cih girtiye, ristek sereke di komkujiyan de leyîstiye. Her wiha hêzên nûker û xwefiroş di encama nakokiyên mezhebî, olperestî û netewperestî gelê Êzîdxanê kirine armanca êrîşên xwe yên qirêj. Ev êrîş ji siyaseta gemar, hêrsa desthilatdarî û faşîzmê para xwe girtiye. Ev siyaseta kirê îro careke din li ser kar e, hewl dide gelê ku xwe bi rêxistin kiriye êrîşên tunekirinê pêk bîne. Lê keç û xortên kurd, ji bo li pêşiya vê hovîtiya mezin bibin mertalên parastinê, di sala 2014’an de ji her çar aliyê welat berê xwe dan Şengala pîroz û li pêşiya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê girtin. Neviyên Kawayê hesînkar, şopdarên Derwêş û Edûlan û hevrêyên Binevş Agalan, sonda tolhildanê girtibûn pêşiya komkujiya mezin bigirin.”

Bi hevkariya PDK’ê êrîş tên kirin

Her wiha YPJ’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Hêzên ji aramiya Şengalê aciz hewl didin wê aramiyê xira bikin. Pergala ku bi pêşengtiya jinan zane bûyî pêş dikeve, nûkeran ne rihet dike.  Di roja me ya îro de jî bi heman hişmendî û bi hevkariya PDK’ê êrîşî destkeftiyên Şengalê tê kirin. Gefxwarinên bê çandî yê li ser pêşenga tevgera azadiya jinên kurd hatî kirin, bi destê xwediyê heman hişmendiya ku di sala 2014’an de li ser keç û jinên me yê êzidî hatî kirine. Gefên rojane li ser destkeftiyên şoreşa Rojava, bakur-rojhilatî Sûriyeyê û xaka başûrê Kurdistanê tê kirin, heman hişmendiye. Li hemberî van êrîş û gefxwarinên dagirkeriyê, hişyariya gelê me firehkirina qadên têkoşîna azadiyê hewce dike.

‘YPJ parastina jinan û Şengalê wek erkekî dîrokî dît’

Bi pêşengtiya Bêrîvan, Şengal û Berxwedanan gelê me yê êzidî îro xwe ji xweliya xwe ji nû de avakiriye. Mînaka ber bi çav; avakirina hêzên parastinê YBŞ-YJŞ û Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê ye. Her çendî gelek êş û azarên mezin hatin jiyîn jî lê gelê me yê Şengalê bi cewherê xwe, bi bîr, bawerî û ola xwe ve girêdayî bû dev jê berneda. Li hemberî şerê ku talan dike, dikuje, tune dike, nirxan nasnake xweparastin mafekî herî rewa yê civakî ye. Îro gelê me yê Şengalê bi vê rista xwe radibe û hêza parastina jiyana xwe mezin dike.

Me Yekîneyên Parastina jinê YPJ’ê,  parastina jinên Şengalê, gelê wê û hemû jinan ji bo xwe erkekî dîrokî dît. Li hemberî dijminekî weke DAIŞ’ê ji bilî şerkirinê tu rêyeke din ne pêkan bû. Bi vê hişmendiya parastinê, hem di vekirina korîdora ji Şengal heta Rojava de û hem jî bi pêşxistina gelek pêngavên li ser bingeha tolhildana Jinên Şengalê hêzên me bi fedekariyên mezin bedel dan. Bi têkoşîn û berxwedana hêzên parastinê dan nîşan, bi  şehîdên me yê qehreman û keda dayikan plangeriyên qirêj yek bi yek hatin rûxandin. Bi berxwedana dîrokî ya şervanên me û YJŞ’ê di kelha çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Reqqa, DAIŞ hezîmetek mezin jiya. Di herêma Dêrezorê de bi pêngava tunekirina DAIŞ’ê re hêzên me, YPG û HSD’ê tekoşîna mirovahiyê bi ser xistin. Bi sedan jin, zarok û keçên êzidî ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Me soz dabû em tola Şengalê rakin me rakir. Ev daneheva bê hempa ya şehîdan, keda dayikên me û hemû jinan ava kir, hêz, bawerî, hêvî, hevgirtina ruhî ya jinan û gelan ava kir. Em biryardariya xwe ya parastina van destkeftiyan careke din tînin ziman. Soza me dabû jinên êzidî ku em tola jinên dîl ketine dest rabikin, dubare dikin.

Li ser wê esasî em dibêjin wê têkoşîna me ya azadiyê bidome. Em soza xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê, dayikên şehîdan û jinên Şengalê dubare dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar