Walîtiya Colemêrgê li xwe mikur hat ku Vedat Ekincî yê 14’ê salî li Rûbarokê bi guleya leşkeran hatiye kuştin
Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da. Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya leşkeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye.
Leşkerên tirk li Gundê Çemê Kurk ê bajaroka Rûbarokê ya Colemêrgê, li ser gundiyên ku li ser sînor bazirganî dikirin gule reşandin. Gundiyên ku bazirganiya sînor dikirin dema ji Herêma Federal a Kurdistanê vedigeriyan, leşkerên tirk gule li ser welatiyan reşandin. Leşkeran di gulebaranê de zarokê 14 salî Vedat Ekîncî li cihê bûyerê kuştin. Walîtiya Colemêrgê têkildarî kuştina zarokê 14 salî Vedat Ekîncî yê li Rûbarokê di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.
Walîtîyê parast ku Vedat Ekincî bi guleya leşkeran a pekiya ye ji yana xwe ji dest daye. Walîtiyê diyar kir ku 01.08.2019’an ”2 kîlometre li nava Sînorê Bakurê Iraqê yê” dervê Navçeya Rûparakê kesên xwestine têkevin sînor, yekîneyên wan hişyariya “Raweste” kirine û wiha got: “Lê kesên ji dervê sînor hatin ji ber li hişyariya “raweste” guhdar nekirine guleyên hişyariyê berdane û ji ber gule pekiya ye welatekî me birîndar bûye û welatiyekî me jiyana xwe ji dest daye.” COLEMÊRG