Çend roj berê li Hewlêrê rêveberekî MÎT’ê hat kuştin û piştî kuştinê televîzyona bi navê K24 ku li başûrê Kurdistanê weşanê dike li hemberî PKK’ê di bernameyên televîzyonê de dest bi propagandaya reş kir. Di weşanên xwe de hewl didin hem li başûrê Kurdistanê û hem jî di qada navneteweyî de êrîşên ku li hemberî PKK’ê pêk tên rewa bidin nîşandan. Li aliyê din êrîşên dagirkirina başûrê Kurdistanê rewa dibînin û bi vê yekê sînordar namînin û hewl didin PKK’ê û hinek hêzên başûrê Kurdistanê bînin li hemberî hev/şer bidin destpêkirin û ji bo vê yekê bingehê amade dikin.
Tişta herî balkêş ew e ku ev kesên beşdarî bernameyên ku dixwazin PKK’ê û hinek hêzên başûrê Kurdistanê bînin li hemberî hev, dibin li hemberî dagirkeriya dewleta tirk tu tiştekî nakin, bi dagirkeran re têkiliyên xwe pêş ve dibin û heta mirov dikare bibêje ku êrîşên dagirkeriyê rewa didin nîşandan.
Dewleta tirk ji Heftenînê heta Zap û Barzanê û ji Zagrosan heta Xakûrkê gelek ax dagir kiriye û li van deran qereqol çêkiriye. Li hemberî vê dagirkeriyê tenê gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku heta niha bi hezaran şehîd dane li ber xwe didin. Kesên ku derdikevin ser ekranên K.24 vê rastiyê nabînin û bêyî ku fedî bikin zimandirêjiyê dikin û PKK’ê reş dikin.
Axaftinên wan ne girîng in û jixwe mijarên ku cuda biaxivin hebûna dê di televîzyonê de cih nedana wan û li hinek cihên din biaxiviyana. Jixwe hemû kes van kesayetên ku derdikevin van televîzyonan baş nas dikin. Ew kes in ku ji bo qûrişek pere xwe difroşin, ji bo hestiyekê diewtin. Tu guman nîne ku ger sibê bên qewirandin û hinek kesên din hestî bidin wan dê biewtin xwediyê xwe yên berê.
Di bernameyên Televîzyona K.24 de derketine zimandirêjî û heqaretê li pêşengên PKK’ê dikin. Di esasê xwe de dema vê yekê pêk tînin, rastiya xwe radixin ber çavan. Di vê çarçoveyê de di bernameyên vê televîzyonê de êrîşî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan kirin. Tiştên ku heta niha Besê Hozat û Duran Kalkan anîne ziman li holê ne û tên zanîn. Gotinên ku heta niha wan anîne ziman hemû kurd di heman çarçoveyê de difikirin û gotinên wan diparêzin.
Kê Şengal ji destê DAIŞ’ê derxist û rizgar kir? Kê nehişt Hewlêr û Mexmûr bikevin destê DAIŞ’ê? Serokê Herêma Federal a Kurdistanê yê berê birêz Mesût Barzanî li Mexmûrê çima bi gerîlayan re hevdîtin pêk anî? Ev tiştên pêwîst in û ger îro jî pêk were divê kirinên wê demê dûbare pêk werin. Nêzîkatiya Mesût Barzanî jî nêzîkatiyeke rast û hêjayî rêzgirtinê ye. Tiştên ku Besê Hozat û Duran Kalkan tînin ziman ji van cûdatir nîn in. Li hemberî vê rastiyê dijminên PKK’ê yên sondxwarî wekî ku çav li penêrê ter bikevin êrîşî PKK’ê dikin û çi gotinên xirab hebin tînin ziman. Hemû kes baş dizanin ku Osman Ocalan û Îbrahîm Guçlu kî ne, çi karî dikin û li ber deriyê kê disekinin.
Li vir ya girîng ew e ku kî van dide axaftin. Xwediyê K.24 kê ye? Ev televîzyon di çarçoveya kîjan polîtîkayan de weşanê dike? Haya hemû kesan ji wan heye. Tişta herî balkêş ew e ku xwe avêtine bextê hinek kesên çawa. Ger ev kesên pir jîr bûna û xêra wan ji xwe re hebûya îro di vê rewşê de nedibûn. Ger xêra mirovekî ji xwe re tunebe ji kesekî re jî tune. Bi van gotinên xwe yên qirêj nikarin têkoşîna bi rûmet a Besê Hozat û Duran Kalkan reş bikin.
Pêwîst e haya herkesî ji lîstikênn dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê dilîze hebin û kesek nexape. Birêz Mesût Barzanî dema Serokê Herêma Federal a Kurdistanê bû gotibû dê rê nedin şerê navbera kurdan. Ev gotin di encama tiştên demên berê qewimîbûn hatibûn gotin û hemû hêzên kurdistanî piştgirî dan van gotinan. Pêwîst e îro jî heman helwest were nîşandan.
Dewleta tirk ji destpêka salên 1990’î heta niha li başûrê Kurdistanê polîtîkayên xwe dixe meriyetê û dixwaze kurdan bîne hemberî hev û kurd şerê hev bikin. Wisa plan dike ku ger bi ser bikeve dê sînorên serdema dawîn a Osmaniyan bi dest bixe. Ji destpêka salên 1990’î vir ve ev polîtîka xistiye meriyetê û di van salên dawîn de lez daye van polîtîkayan. Pir aşkera ye bi van gav û polîtîkayan ve dixwaze bigihêje ku derê. Ger bi ser bikeve wê demê ne deskeftiyên kurdan dimînin û ne jî bi navê Kurdistan tiştek namîne û heta wê ferq bikin dê dereng be.
Dewleta tirk dema Efrîn dagir kir wekî karê destpêkê bîrdariya ‘Kawayê Hesinkar’ hilweşand. Li bakurê Kurdistanê dema qeyûm tayînî şaredariyan kirin wan jî wekî karê destpêkê bîrdariyên şexstiyetên kurd hilweşandin û navê wan ji park, kolan û saziyan jêbirin. Tehemûlî gotineke kurdî jî nakin. Em zêde dûr neçin, di dema referandûma başûrê Kurdistanê ya 24’ê îlona 2017’an de heqaretên mezin li başûrê Kurdistanê kirin. Lazim e ev neyên jibîrkirin.
Gelê başûrê Kurdistanê û kesên hestiyar yên di nav PDK, YNK û hêzên kurdistanî de cih digirin naxwazin dewleta tirk li başûrê Kurdistanê hebûna xwe bidomîne. Gelek caran ev rastî anîne ziman. Gel naxwaze hêzên kurd li hemberî hev şer bikin û dixwazin hêzên kurd bibin yek û niha jî heman tiştî dixwazin. Ger Kongreya Neteweyî bicive ev kongre dê îradeya Kurdistanê temsîl bike.
Li şûna ku vê berpirsyariya xwe ya dîrokî bînin cih û ji bo vê têbikoşin êrîşkirina pêşengên Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurdistanê Besê Hozat û Duran Kalkan kirin bi gotina herî sivik xwenezanî ye. Ev gotin li dijî gelê başûrê Kurdistanê ye jî. Bi van gotinan li hemberî hemû gelê Kurdistanê û dîrokê sûcekî ku neyê efûkirin dikin.