Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Tirkiye destekê dide komên tundraw, da ku li dijî HSD‘ê bi kar bîne‘

Nivîskar û siyasetmedar Serkîs Ebû Zeyid got: “Tirkiye destekada xwe ya bi komên tundraw re didomîne da ku wan wekî alavekê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kar bîne.”

Derbarê gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên wê yên avakirina herêmeke “ewle” li herêmê, nivîskar û siyasetmedarê Lubnanê Serkîs Ebû Zeyid ji ajansa ANHA re axivî.

Serkîs îşaret bi têkiliyên Tirkiyê û Emerîkayê piştî ku Tirkiyê moşek ji Rûsyayê girtine, kir û wiha got: “Rast e Tirkiyê moşekên Rûsî wergirtin, lê belê hîna jî endamekî NATO‘yê ye û têkiliyên wê bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re heye. Lê têkiliyên dudilî ne û di nav de komeke pirsgirêk û tevlhevî hene. Li gel wê jî hin alî hewl didin van têkiliyan sererast bikin.”

DYA naxwaze endameke NATO’yê winda bike

Ebû Zeyid diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê naxwaze Tirkiyê wekî hevalbendekî xwe yê sereke û endamê sereke di NATO‘yê de winda bike û wiha got: “Lê Tirkiye ji bo xwe du xeta ava bike, bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîka  û Rûsyayê re. Ku karibe tevî astengiyan berjewendî û rola xwe mîsoger bike.  Ji bo Tirkiyê an ji Emerîkayê dûr bikeve anî jî hewl bide ku mijarê çareser bike.”

Serkîs Ebû Zeyîd diyar kir ku popîlertiya Erdogan a di hundurê Tirkiyê de nemaye û wiha pê de çû: “Îhtîmal heye ku hilbijartinên pêşwext pêk bîne û berpirsên Tirk biguhere. Dibe ku rola Emerîkayê di vê mijarê de hebe da ku rê li pêşiya vê yekê veke. Ji bo ku bighêje hevalbendên bihêztir û bi bandor ji hevalbendên Rûs re .”

Girêdayî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebû Zeyid wiha axivî: “Dibe ku gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên pêş de zêdetir bibe. Ev gef nameyên bi nakok in û stratejiyên wê yên diyar hene. Tirkiye di rewşeke heyirandî û tevlihev de ye. Ji berbijêrekên wê yên xurt tine ne û di mijara Sûriyê de di navbera Emerîka û Rûsiyê de bi dudilî ye. Dibe ku herêma Idlibê radestî Rûsya bike. Lê dibe asta gefên xwe yên li ser Bakurê Sûriyê bilind bike da ku hebûna her hêzeke Kurdî li herêmê derbe bike.”

Dewleta tirk hebûna kurdan bo xwe xeternak dibîne

Nivîskar û siyasetmedar Serkîs Ebû Zeyid destnîşan kir ku Tirkiyê hebûna hêzên Kurdan ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne û wiha pê de çû: “Lê di van rojan de bi dudilî ye û hîna biryara dawî neda ye. Ji aliyekî ji hebûna hêzên Kurd ên li herêmê ditirse û ji aliyekî din ve hewl dide Rûsya û Îran razî bike. Dibe ku di demên pêş de Tirkiye ji hin herêman vekişe û radestî hêzên Rejîmê bike.”

Serkîs diyar kir ku nabe keda Hêzên Sûriyeya Demokratîk a di tinekirina DAIŞ‘ê de were înkarkirin û got: “Lê ev mijar nayê wateya ku Tirkiye nikare êrîşî herêmên ku DAIŞ lê tinene bike da ku serweriya rêxistinên îslamî yên bi navên cûda vegerîne.”

Tirkiye hevalbendê hêzên îslamî yên radîqale

Ebû Zeyid wiha li axaftina xwe zêde kir: “Tirkiye hevalbendê sereke yê rêxistinên îslamî yên radîkal e. Ji ber ji hebûna hêzên kurdî di herêmê de ditirse. Tirkiye tevgerên terorîstên û îslamî yên tundraw di ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dibîne. Ji ber vê yekê destekê dide tevgerên Îslamî yên tundraw da ku wan wekî alavekê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi kar bîne.”

Nivîskar û siyasetmedarê Lubnanê Serkîs Ebû Zeyid di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe di demên pêş de şer rû dibe. Ji ber ku Tirkiye ji rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk di herêmê de ditirse. Pêvajoya bê wê tijî suprîz, nakokî û girtina biryarên dawî be. Ji ber ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê divê helwesta xwe ya derbarê timaya Tirkiyê û rola wê diyar bike. Gelo wê Emerîka şewqa kesk bide Tirkiyê di vê herêmê de da ku hêza xwe vegerîne û hevalbendên xwe bike qurbanî. Anjî dê hewl bide Tirkiyê bixe krîzekê heta hesabên xwe vegerîne.”ROJAVA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar