Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji bo girtina cenazeyê kurê xwe bajar bi bajar digere

Halîse Aksoy ji bo ku cenazeyê kurê xwe Agît Îpek ê li Dersimê jiyana xwe ji dest bigire 2 sal û 3 meh in li Dersim, Meletî û Stenbolê digire. Aksoy diyar kir ku li gel ku mînaka xwîna xwe dane jî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê bersiv nade wan

Malbata Agît Îpek HPG’î ku di 23’ê Gulana 2017’an de li Dersimê jiyana xwe ji dest nikare cenazeyê kurê xwe bigirin. Dayika Îpek Halîsa Aksoy piştî ku bihîst kurê wê jiyana xwe ji dest daye serî li Serdozgeriya Komarê ya Dersimê û Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê da. Lê tu encamê bi destr nexist.

Piştî ku jê re tê ragihandin ku cenazeyê kurê wê li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ye, dayik Aksoy ji bo teşhîskirina cenazeyê kurê xwe li Dersimê mînaka xwîna xwe dide. Lê ji bo teşhîskirina cenazeyê kurê wê tu bersiv jê dayik Aksoy re nayê dayîn.

 Dersim, Meletî, Stenbol…

Dayik Aksoy ku 2 sal û 3 meh in li bajarên mîna Dersim, Meletî û Stenbolê li cenazeyê kurê xwe digere nikare xwe bigihîne cenaze. Dayika Aksoy Saziya Tipa Edlî ya Meletî û Serdozgeriya Komarê ya Dersimê jê re ragihandine ku cenaze kurê wê ne li ba wan e.

Dayik Aksoy ji nûçegihanên MA’yê Aydin Atay û Ozgur Paksoy re axivî  û wiha got: “Beriya Cejna Remezanê agahiyek din ji me re hat. Cenazeyê kurê min 3 mehan li nav arazî maye û paşê ji aliyê welatiyan ve li Xozatê hatiye definkirin. Me lêkolîn kir lê ev agahî derew derket. Beriya 2 mehan jî agahî ji me re hat ku cenaze birine Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Em careke din çûn Meletiyê ji me re careke din hat gotin ku cenaze ne li cem wan e. Piştî ku em ji Dersimê vegeriyan li Dersimê serî li dozgeriyê da. Dozgeriyê ragihand ku cenazeyek wiha heye û mînakên xwînê ji me xwestin. Piştî ku me xwînê da vegeriyan Amedê. Piştî demekê ragihandin ku cenaze şandine Stenbolê.”

Dayik Aksoy destnîşan kir ku heke têkîldarî minakên xwînê ku dane wan agahdar nekin dê li ber deriyê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê bike û ev tişt anî ziman: “Ez ê biçim Stenbolê heta ku cenazeyê kurê xwe negerim dê bi şev û roj rûnêm. Piştî rêza kartol û pîvazan, em bikevin rêza cenazeyan jî? Ji parêzerê me re hatiye gotin ku serlêdana me ya Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ketiye rêzê û heta ku rêza me bê dê gazî me bikin. Li gel ku xwîn û dosya me tev gihîştine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê jî me agahdar nakin.”

Herî dawî dayik Aksoy da zanîn ku ew li benda hêviyekê ne û ev tişt got: “Cejn nêz dibe. Di vê cejnê de dixwazim cenazeyê kurê xwe bibînim. Nizanin ku ev 2 sal in ez çi dikişînim. Ev 2 sal in ez li benda heviyekê me. Ez ê pêşiya vê yekê bernedim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar