Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Berxwedana li ser sînor didome

Mertalên Zindî li dijî gefên dewleta tirk li Kobanê bi rojan e di çalakiyê dene. Mertalên zindî destnîşan dikin ku dê berxwedana wan heta serkeftinê bidome

Li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyên mertalên zindî yên li hemberî gef û êrîşên dewleta tirk li sînorê Sûriye-Tirkiyê di roja xwe ya 18`mîn de berdewam dike. Di heman demê de ji 19`ê tîrmehê de li gundê Ziyaret ê rojavayê bajarê Kobanê jî çalakiyên bi heman rengî dest pê kir û îro hatin bidawîkirin.

Di rojên dawîn de dewlata tirk a dagirker gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirine, li hemberî vê yekê çalakiyên mertalên zindî li dar dikevin.

Tirkiye bi gefên xwe re behsa dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Di vê derbarê de beşdarên mertalên zindî yên li ser sînorê Tirkiyeyê berxwedana xwe li dijî gefên dewleta tirk teqez dikin. Çalakiyên roja 18`emîn bi beşdariya bi sedan şênî, endam, rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û partiyên siyasî bi rê ve diçe.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto di çalakiyê de axivî û wiha got: “Em xwediyê vê xakê ne ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, ji tu kesî re dernakeve ku destwerdanê lê bike, her wiha divê civaka navdewletî sînorekî ji gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deyne.”

Beşdaran li hemberî sînorê Tirkiyeyê bi dirêjahiya sedan metreyan mertalên zindî çêkirin û dirûşmên “Bijî berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê” berz kirin.

Çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Tirkiyeyê berdewam in û beşdar dibêjin heta bidawîkirina gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê dê berxwedana xwe bidomînin. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar