Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Her ku diçe Başûr dikev kontrola Tirkiyeyê

Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdullah diyar kir ku bi hinceta PKK’ê her ku diçe hakimiyeta dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û hiha got: “Divê êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê re bêje raweste.”

KNK’ê li hemberî zêdebûn êrîşên li ser destkeftiyên kurdan û dagirkeriyê, di 27’ê tîrmehê de, bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe, civîna “helwesta netewî ya li hemberî dagirkeriya dewleta tirk” lidar xistibû.

Piştî civînê encamname hatibû belavkirin û bi 9 xalan bang li partiyên kurdistanî hatibû kirin ku ji bo yekîtiyê kom bibin. Di encamnameyê de serî de KCK, PDK, YNK bang li tevahiya partiyên kurdistanî hatibû kirin ku bi lezgînî li hev kom bibin û li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Abdullah li ser mijarê li Rojnewsê re axivî û wiha got: “Nizamin nêrîna YNK’ê çiye. Lê, li gorî min başe ku ev pirsgirêkên di nava aliyên siyasî yên Kurdistanê de heyîn bi riya diyalog û aştiyê were çareserkirin. Ev daxwazek başe.”

Arêz Ebdullah hêvî kir ku ji bo dîtina riyek a çareseriyê hewildan were kirin û wiha got: “Ji ber ku yek alî yan jî du alî ji rewşê zererê nabînin, belku ziyan digihe hemû xelkê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê. Lewma gerîna li riyek a çareseriyê girîng e.”

‘Hatina hêzên Tirkiyeyê ya li wir ne demkî ye’

Arêz Abdullah bal kişand li ser dagirkeriya dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayek fermî ji Tirkiyeyê re bêje êdî raweste. Herwiha ji PKK’ê re ji bêje rewşa niha ya Herêma Kurdistanê li ber çavan bigire. Her ku diçe hakimiyeta Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê bihêztir dibe. Hatina hêzên Tirkiyeyê ya li wir ne demkî ye. Ger PKK jî nebe wê nevekêşe.”

Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdullah diyar kir ku divê serî li riyên guftûgoyê were dayîn û got ku xelk jiyana bi hev re divê û şer naxwazin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar