Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan û herêma ewle

Di van rojên dawîn de der barê erdnîgariya Sûriyeyê de gelek gengeşe derketin holê. Gengeşiya heyî jî ew e ku li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmeke ewle were çêkirin. Serokê hikûmeta tirk gefên dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Ev gefxarin di encama 11 komcivînên Astanayê û 3 komcivînên Soçiyê derketin holê. Cerablûs, Raiî û Bab kirin qûrbana Helebê û Efrîn jî kirin qurbana Xûtayê. Gelê Sûriyeyê didin koçberkirin û piştre ji bo koçberan li hinek herêman bi cih bikin hesabên din  dikin.

Piştû hemû pêşketinan Idlib weke strî di qirika wan de maye. Heta bazar, kirîn û firotinên hêzên navneteweyî bi encam nebe pirsgirêka Idlibê çareser nabe. Ji bo wan mebest ne şoreş û aramiya gelê Sûriyeyê ye û ya girîng jêdera enerjiyê ye.

Bêguman sedemeke din a binketina Erdogan ya hilbijartinên rêveberiyên herêmî ew e ku li Idlibê têk çû, aboriya wan rûxiya, pereyê dewleta tirk bêqîmet bû û AKP derizî. Sedema herî mezin a binketina wan jî ew e ku pirsgirêka kurd çareser nekirin û ji ber nêzîkatî û nêrînên çewt a li hemberî kurdan têk çûn.

Erdogan ji bo hinekî din temenê xwe dirêj bike û xwe bigihîne sala 2023’an û ji bo vegerandina Osmaniya Nû kirasê îslamewî li xwe kiriye û gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. Ji bo dagir bike dixwaze bablîsokekê çêbike û aramiya herêmê xirab bike.

Du sedemên gefên Erdogan hene; ya yekemîn ew e ku dixwaze qeyraneke navneteweyî derxe û gel bi vê qeyranê mijûl bike û şovenîzmê bi pêş bixe. Sedema duyem jî ew e ku xeyalên xwe pêk bîne û bibe siltanê Osmaniya sedsala 21’emîn. Di planên wan de bi destxistina Heleb, Kerkûk, Mûsil hwd. Li gorî wan ev herêm aydî wan in û dixwazin careke din bi dest bixin.

A niha Erdogan gefên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û herêma ewle ku 30 km li ser sînor bixe bin kontrola xwe û çeteyan li van deran bi cih bike. Plana dagirkeriyê ku li ber çavê hemû cîhanê pêk anî dixwaze li van deran bixe meriyetê.

Erdogan aşkera dibêje an hûnê binax bibin an jî bêrûmet bijîn. Dewleta Osmanî jî heman polîtîka dimeşand, an qetlîam pêk dianî, an jî wekî keriyê pez berbelav dikir. Niha heman tişt li ser gelan tê ferzkirin.

Erdogan bi xwarina gefan dixwaze plana xwe ya 30 km herêma ewle pêk bîne û Amerîka jî dixwaze herêma ewle 5 kîlometre bibe û ev der ji di kontrola koalîsyonê de be. Li vir a girîng nêzîkatiya ereban e û hemû dizanin ku parastina sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Rojhilata Navîn û Afrîkayê girîng e. Ger em rasteqîniya sedsala 21’emîn bişopînin dê rastî baştir were fêmkirin. Sûriye herêm û artêşa yekem a komara yekbûyî ye û herêma duyemîn û sêyemîn jî herêma başûr ya Misrê ye.

Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka Tirkiye û kurdan e. Tişta herî girîng ew e ku demografiya herêmê  tê guhertin, serxwebûna gel tê astengkirin, koletî li ser gel tê ferzkirin. Erdogan dixwaze kes li hember wî dernekeve û dixwazin kurd û ereb jiyaneke bêrûmet bijîn û wekî miriyan bin. A niha li Misir, Lîbya û gelek deverên din Tirkiye alîkariya terorê dike.

Ka em binêrîn pozbilindiya Erdogan dê heta ku kengê dewam bike. Bes tişta teqez ew e ku ev pozbilindî zêde dewam nake.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar