Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hezar û 500 mexdûrên DGM’ê li benda darizandina ji nûve ne

AYM’ê biryara ji nûve darizandinên mexdûrên DGM’ê da. Li girtîgehan nêzî hezar û 500 kes li bendê ye ku ji vî mafî sûd werbigire. Parêzer û hiqûqnasan destnîşan kirin ku pêwîste hemû girtiyên mexdûrên DGM’ê serbest bên berdan

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) di sala 1998’an de di doza Îbrahîm Încal de ji bo di Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de dadgerên leşkerî hebûne, bi biryara “binpêkirina mafên darizandina adilane” a di xala 6’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de cih digre xwest ev binpêkirin ji holê bê rakirin. Gelek girtiyên li DGM’iyên Amed, Wan, Erzirom, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Meletî û Edeneyê hatibûn darizandin serî li DMME’yê dan. DMME li pey hev biryarên bidawîkirina mexdûriyetê bê rakirin da. Tirkiye demek dirêj vê biryarê pêk neanî. Dadgeha Bilind di 2017’an de serlêdana Salîh Tugrul a ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qebûl kir. AYM’ê di sala 2018’an de jî serlêdana Abdullah Altun qebûl kir û biryar da ku ji nûve bên darizandin. Piştî biryarê xwest înfaza cezayê ya kesên tên darizandin bê rawestandin. Bi rawestandina înfazê re ewil bi ser 100 girtiyên Hîzbullahê tahliye kir. Ji rêxistinên din heta niha 15 kes hatin berdan. Li gorî hiqûqnasan niha hezar û 500 kesên ji DGM’iyan tên darizandin hene û li benda darizandina ji nûve ne.

Parêzer Mehdî Ozdemîr darizandina ji nûve ji ajansa MA’yê re nirxand û diyar kir ku DMME’yê darizandina li DMG’yê adilane nedîtiye û xwestiye darizandin ji nûve pêk werin.

Di darizandinê de sererastkirina Ocalan

Ozdemîr da zanîn ku cara ewil di sala 1998’an de Tirkiye ji bo biryara DMME’yê derbarê doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku biryara binpêkirinê da neavêtiye û ji ber doza Ocalan a di 29’ê hezîrana 1999’an de bi dawî bû û ji bo Ocalan ji vî mafî sûd wernegire hikumeta Tirkiyeyê di 4’ê sibata 2003’an de qanûna jimara 4793 derxistiye û biryarên binpêkirinê yên DMME’yê yên beriya 2003’an hilnedaye hundirê xwe. Ozdemîr da zanîn ku lazime hiqûq û edalet ji bo her kesî wekhev pêk were û tenê ne ji bo girtiyên rêxistnekê. Ozdemîr got hin serlêdan tên redkirin. Ozdemîr diyar kir ku pêwîste biryara DMME’yê ji bo hemû mexdûran emsal be.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo mexdûrên Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) biryarên ji bo binpêkirina maf pêk hatiye ji nûve bên darizandin da. Tevî ev biryar hatiye dayîn jî girtiyên kurd û çepgir nayên berdan. Lê gelek girtiyên Hîzbullahê ji heman biryarê sûd wergirtin û hemû hatin berdan. Neberdana girtiyên kurd û çepgir rê li ber nîqaşan vekir.  Parêzer Ercan Kanar jî nebardana girtiyên kurd û çepgir wek “cotstandiyê” nirxand û wiha got: “Dadgehên Cezayê Giran adeta li dijî muxalîfên çepgir û kurdan pêkanîna Dadgeha Engîzîsyonê pêk tîne. Pêwîste li hember vê yekê bêdeng neyê mayîn.”

‘Li dijî pêkanîna cotsandiya darazê bêdeng nemînin’

Kanar bal kişand ser DGM’ê û got hemû dadgerên leşkerî welatiyan didarizandin. Kanar destnîşan kir ku bi hezaran kesên muxalîf û kurd ji ber li DMG’iyan hatin darizandin niha girtî ne û wiha got: “Lazime dadgeh dawî liv ê cotsandiyê bîne. Ev yek li dijî peymana mafê mirovan a Ewrûpayê ye.” Kanar diyar kir ku pêwîste Baroya Stenbolê li dijî pêkanîna cotstandiya darazê bêdeng nemîne û tenê ne li Stenbolê divê hemû sazî û dezgehên hiqûq û maf li dijî cotstandiya darazê derkevin. Kanar got rêgeza wekheviyê ya AYM’ê tê binpêkirin û pêkanîna cotstandiyê dê hestên ji bo edaletê bipelixîne.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar