Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Diz nabin parêzvan û nobedar’

Şêx û oldarên Dêrikê herêma “ewle” ya di bin kontrola dewleta tirk a dagirker de red kirin û wiha gotin: “Herêma “ewle” daxwaziya gelan e. Lê armanca Tirkiyeyê dagirkirin, talankirin û diziye. Kesek diz nabe parêzvan û nobedar.” Oldaran tekez kirin ku herêma ewle daxwaza gelan e bi şerta ku bi sponseriya navdewletî be

Nerazîbûnên gel û civakê li hemberî hewldanên dewleta tirk a dagirkir ên ji bo avakirina herêma “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêde dibin. Girêdayî mijarê oldarên Dêrikê ji ajansa ANHA’yê re axivîn.

Meleyê mizgefta Kevn a Dêrikê Şêx Mesûm El-Dêrşwî tekez kir ku herêma “ewle” daxwaza tevahiya gelan e da ku di nav ewlehiyê de bin û ev tişt anî ziman: “Ji ber ku tişta herî girîng di jiyanê de ewlehî û saxlamiya mirov ji êrîşan e. Lê armanca Tirkiye ji avakirina herêma “ewle” ne belavkirina ewlehiyê ye. Ew dixwaze armancên xwe yên li dijî ewlehiya herêmê pêk bîne.”

Şêx El-Dêrşwî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiye armanc dike bi rêya herêma “ewle” krîzên xwe yên hundirîn derbasî derveyî sînorên xwe bike. Ji ber ku herêma ku Tirkiye îdiaya wê dike, nuqteya kombûna çeteyên wê ye û ew alîkariya dagirkirina herêmên xwe dikin.” El-Dêrşwî tekez kir ku kesê dizek nabe parêzvan û nobetdar.

Şêx El-Dêrşwî ev tişt jî anî ziman: “Ewlehî û aramî daxwaza tevahiya gelên herêmê ye. Em amadene destê xwe bidin her kesê ku bi ewlehiya gelên herêmê bawer dike. Lê herêma bi kûrahiya 32 km ku Tirkiye îdia wê dike, dê bibe navenda teror, xof û diziyê. Herêma “ewle” tenê bi sponseriya navdewletî pêkan e.”

Di şert û mercên dijwar de derbas dibe

Seroka Komîteya Olî ya Jin a Dêrikî Munteha Beşîr Hemê jî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Ji ber gefên Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêm di şertûmercên dijwar re derbas dibe. Ola îslamê jî binpêkirina mafên cîrantiyê û mudexeleyê di karûbarên wî de qedexe dike.”

Munteha Hemê anî ziman ku oldaran li hemberî hewldanên qirkirin û pişaftinê yên ji hêla dagirkeran ve, piştgirî dan gelê kurd û hemû gelên Bakur û Rojhilatê. Her wiha banga avakirina herêmeke “ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir da ku gel ji komên çete yên hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, biparêze.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar