Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Artêşa Lîbyayê: Balafireke bar a leşkerî ya Tirkiyê hate rûxandin

Artêşa Lîbyayê ragihand ku wan balafireke bar a leşkerî ya Tirkiyê ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê ku çek û cebilxane ji çekdaran re dibirin kir hedefa xwe û rûxand.

El-Erebiye ragihand ku balafirên artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê îro baregeha Misratayê bombebaran kir, bi wê yekê dibe cara duyemîn ku di hefteyekê de baregeh dibe hedef.

Daxuyaniyeke ji artêşa El-Wetenî tekez kir ku hêzên asmanî yên Lîbyayê balafira barên leşkerî ya Tirkiyê ji cureya Ilyushin IL-76 li balafirgeha Misratayê kir hedefa xwe. Li gorî daxuyaniyê, balafirê çek û cebilxane ji derveyî Lîbyayê anîn da ku desteka terorîstan bike.

Li gorî artêşa El-Wetenî ku bi topavêjekê hedef rasterast pêk hat û tu zirar di avahî û alavan de pêk nehatin.

Fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê hişyarî da dewletên biyanî ku desteka çekdaran di aliyê çek û cebilxaneyê de nekin.

Ev cara duyemîn e ku di hefteyekê de artêş baregeha asmanî li bajarê Misratayê dike hedefa xwe. Artêşê roja yekşema çûyî baregeha asmanî ku girîngiya wê ya stratejîk û leşkerî heye, kir hedefa xwe.

Baregeha asmanî li Misratayê ya serdestiya hikumeta El-Wîfaq e, ji wir firokeyên şer û yên bêpîlot radibin, her wiha roleke leşkerî ya girîng ji bo desteka hêzên xwe dilîze ku çek û cebilxaneyên ji derve û taybet Tirkiyê tên pêşwazî dike.

Hêzên Xelîfe Hefter di 4`ê Nîsanê de dest bi oparasyoneke leşkerî kir da ku Terablusê ku di bin kontrola hikumeta El-Wîfaq de ye kontrol bike.

Hefter hikumeta El-Wifaq tawanbar dike ku endamên terorîst hembêz dike û hevkariyê bi hikumeta biyanî re li dijî hêzên Lîbyayê dike. LÎBYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar