Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Çelê û Xakurkê li dijî leşkerên artêşa tirk gelek çalaki pêk anîn û di van çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir k udi çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên wan li dijî tevgera dagirker ku li herêma Xakurkê ya Qadên Parastinê yên Medyayê didome, çalaki pêk anîne.
Derbarê çalakiyan de daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“5’ê Tebaxê saet 15.30’î, hêzên me li dijî Girê Şehîd Derwêş, çalakiyek li dijî dagirkeran kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin. Di vê çalakiyê de leşkerên ku hatin kuştin zelal nebû.
Li tengava Ermûşê leşkerek hat kuştin
6’ê tebaxê saet di 04.30’an de hêzên me yên YJA Starê li tengava Ermûşê li leşkerên dijmin xistin. Di vê çalakiya serkeftî de leşkerek hat kuştin.
Li Girê Serzerê çalaki
3’yê tebaxê saet di 21.00’an de li Colemêrgê, li Girê Serzer ê Çelê hêzê me çalakiyek li dijî artêşa dagirker a TC’ê kirin. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatin xistin, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatin kuştin û çend birîndar bûn zelal nebû.
Li Kanîreşê gerîlayek şehîd bû
Roja 20’ê tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Kara Cehennem a navçeya Kanîreş a Çewligê operasyon da destpêkirin. Hêzên dagirker heman rojê saetên şevê qada operasyonê bi balafirên şer bombe kir. Di encama bombebaranê de hevrêyekî me şehîd bû. Operasyona roja 21’ê tîrmehê saetên nîvro paşve vekişiya. Agahiyên têkildarî nasnameya hevreyê me yê şehîd dê piştre bi raya giştî re were parvekirin.
Êrîşên hewayî
Roja 5’ê tebaxê saet di 23:00’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêma gundê Guzê yê herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, roja 6’ê tebaxê saet di 03:30’an de derdora gundê Kanî Sarkê yê herêma Gare bombebaran kir. Di van bombebaranan de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl, tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN