Ji 6 ciwanên HDP’î ku bi hinceta çalakiya rêgirtinê hatibûn girtin 5 jê wan di rûniştina yekemîn a doza xwe de hatin berdan
Di 28’ê nîsanê de Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, li Êlihê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rêgirtinê li dar xistibûn. Polisan mudaxaleyî vê çalakiyê kiribû û 8 ciwanan binçavkiribûn. Piştî ku ciwan derketibûn dadgehê 2 ji wan hatibûn berdan û 6 ji wan jî hatibûn girtin. Derbarê her 8 ciwanan de jî bi hinceta ku “Li gel ku ne endamê rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “Desteserkirin û revandina wesayîtên rêyê bejahî” doz hat vekirin. Îro rûniştina yekemîn a dozê li 2’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Êlihê hat dîtin. Di rûniştinê de girtî R.C. (19), E.M. (22), D.Y. (22), M.Ş.Ç. (22), B.D. (21) ve H.K. (21) û parêzerên H.A. (19) û H.A. (20) serbest tên darizandin amade bûn.
‘Ji bo kes nemire me bertek nîşan da’
Ciwanên ku di rûniştinê de parastina xwe kirin diyar kirin ku ji be hestiyariya wijdanî û mirovî çalakî li dar xistine, ji tu deverê talîmat negirtin û ji bo ku mirov nemirin bertekeke demokratîk nîşan dane. Ciwanan sûcdariyên di angaştnameyê de qebûl nekirin û berdana xwe xwestin.
‘Di çalakiyê de sûc tuneye’
Parêzer Mesût Aydin diyar kir ku di çalakiya hatiye kirin de tu sûcek tuneye û got ku divê çalakî di çarçoveya nêrîna azad de bê nirxandin .
5 kes hatin berdan
Piştî parastinan heyeta dadgehê berhevkirina delîlan jî li ber çav girt û biryara berdana R.C., E.M., D.Y., M.Ş.Ç. û B.D. da û ji bo H.K. ji biryara berdewama girtinê dan û rûniştinê taloqî 31’ê cotmehê kir. ÊLIH