Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Bi gefên dagirkirinê yên Tirkiyeyê re DAIŞ zindî dibe

Bi gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojihlatê Sûriyeyê re li herêmê êrîşên DAIŞ’ê zêde bû. Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar dikin ku Tirkiye fermanan dide çeteyan

Bi gefên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê re li herêmê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde bûn.

Di rapora Wezareta Parastinê ya DYE’yê de jî hate diyarkirin ku DAIŞ li Sûriyeyê ji nû ve zindî dibe û bal hate kişandin ser vî tiştî ku DAIŞ li herêmê koman ava dike.

Bi gefên dewleta tirk re çeteyên DAIŞ’ê li herêmê tevgera wan zêde bû. Îro li navçeya Tirbêspiyê ya Qamişloyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin û 3 zarok hatin qetilkirin.

Operasyon zêde bûn

Hêzên Ewlekariya Navxweyî, YPG û YPJ û HSD’ê dest bi operasyonan kirin û gelek endamên DAIŞ’ê zeft kirin ên ku amadekariyeke êrîşê dikirin. Operasyona li herêmê didome.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar dike ku bi gefên dewleta tirk ên di rojên dawîn de êrîşên çeteyan jî zêde bûye.

Rayedarekî ji Odeya Operasyonê ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî agahî da ANF’ê û got ku wan gelek çeteyên DAIŞ’ê zeft kirine û ev çete li xwe mikur hatine ku ew ji bo DAIŞ’ê dixebitin û fermanê ji rayedarên DAIŞ’ê yên ki Herêma Mertala Firatê û Tirkiyeyê distînin.

Bîlançoya çend rojên dawîn

Di hefteyeke dawîn de êrîş û tevgera hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê wisa ye:

6’ê Tebaxê:

  • Li navçeya Şedadê ya Hesekê li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyon hate kirin û 3 endamên DAIŞ’ê tevî teqemenî û çekên xwe hatin girtin.
  • Li Serêkaniyê ya ku dewleta tirk ji xwe re kiribû hedef, tankereke avê ya bombe lê hatibû barkirin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Navxweyî hate bêbandorkirin û pêşiya qetlîamekê hate kirin.
  • Li Serêkaniyê di heman rojê de li ser rêya El Sefîhê wesayîteke bombebarkirî hate bêbandokirin.

4’ê Tebaxê:

  • Di operasyona Yekîneyên Taybet ên YPG’ê ya li Hesekê li dijî DAIŞ’ê de gelek çek û teqemenî ketin destê şervanan.
  • Li Taxa Mîşefre ya Hesekê saet 12:45’an motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de windahiyên canî çênebû lê zirareke maddî gihişte herêmê.

3’yê Tebaxê:

  • Li nêzî geraca navçeya Şedadê ya Hesekê motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di teqînê de 2 kes birîndar bûn.

1’ê Tebaxê:

  • Di operasyonê Meclisa Leşkerî ya Hesekê ya li dijî hucreyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê de 20 çete hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.
  • Di êrîşa li nêzî Midûriyeta Qeydên Nifûsan a Tebqayê bi bombeya destan êrîşek pêk hat û zirareke maddî çêbû.

31’ê Tîrmehê:

  • Li herêma Mergedê ya Şedadê dema derbasbûna wesayîta sivîlan de motosîkleteke bombebarkirî hate teqandin. Di êrîşê de windahiyên canî çênebûn lê zirareke maddî çêbû.

30’ê Tîrmehê:

  • Di operasyona Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de 8 çete hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

29’ê Tîrmehê:

  • Li gundê Seeda yê Mergedê dema derbasbûna wesayîta sivîlan de teqînek çêbû, sîvîlek û 13 şervanên ku di wesayîta Hêzên Xweparastinê tê de bûn birîndar bûn.

Çete montaj dikin, Ajansa Anadolûyê peşkeş dike

Li aliyê din hemwext bi tevgera DAIŞ’ê re çeteyên bi navê Tevgera Azadiya Gel (Ahrar Ul Şab) ku ji endamên DAIŞ’ê yên kevn ê dewleta tirk pêk tê, kincên HSD û YPG’ê li xwe dikin û îşkenceyê li gel dikin. Parvekirina van dîmenan û propaganda li ser kirin balkêş e. Dîmen bi taybet ji aliyê Ajansa Anadolû (AA) û çapemeniya alîgirê pergala li Tirkiyeyê tê weşandin û dixwazin dagirkeriyê rewa bikin.

Li başûrê Kurdistanê jî tevgera DAIŞ’ê heye

Li aliyê din tevgera çeteyên DAIŞ’ê li başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr, Kerkûk û Herêma Germiyanê ku dewleta tirk ji bo dagirkeriyê ji xwe re kiriye hedef, zêde bûye. Li herêmê li ser zêdebûna tevgera DAIŞ’ê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Artêşa Iraqê roja 11’ê tîrmehê operasyonek li herêmê daye destpêkirin. GIRÊ SPΠ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar