Li herêma sînor a bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê kolberekî 25 salî di êrîşa hêzên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest da
Li gorî nûçeya Kolbernewsê duh êvarî, li ser sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de li herêma sînorê bajarê Pîranşarê ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolber kirin. Li gorî heman çavkaniyê, di êrîşê de kolberê bi navê Faxir Ebdulahî (25) yê xelkê Pîranşarê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku di êrîşê de hêzên Îranê bi awayek hovane 20 hespên kolberan jî kuştin. URMIYE