Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Rojnameger Denîz Firat hat bibîranîn

Rojnameger Denîz Firat (Methiye Yildiztan) a li Mexmûrê dema nûçeya êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî gelê Mexmûrê dişopand, rastî êrîşa DAIŞ’ê hat û jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbat û hevalên xwe ve hat bibîranîn

Çeteyên DAIŞ’ê di 8’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kiribûn. Di êrîşê de DAIŞ’ê bi çekên giran li ser Mexmûrê gule barandibûn. Gelê Mexmûrê jî parastina xwe kiribû. Rojnameger Denîz Firat bi armanca nûçeyan bişopîne li qada bûyerê dîmen dikişandin û rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hatibû. Firat di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê Denîz Firat (Methiye Yiıldiztan) li Gundê Xecê Hatun ê Navçeya Ebexa Wanê hatibû defin kirin. Bi minasebeta salvegera Firat îro malbat û hevalên wê yên Rojnameger çûn ser gora wê û ew bibîr anî.

Di bîr anînê de li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Hikmet Tunç axivî û wiha got: “Di ser kuştina Firat de 5 sal borîn. Em wê bi hurmetî bibîr tînin. Em pênûs û kameraya wê dewir digirin.” Tunç anî ziman ku hevala wan Denîz Firat, dengê jinen di hedefa DAIŞ’ê de li cîhanê belav kir û wiha got: “Denîz bû dengê jinên li Şengalê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin. Hêj zarok bû şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin û polîtikayên koçberiyê nas kir. Piştî axa xwe terk kir koçî Mexmûrê bû. Hem bi nasnambeya jinê û hem jî bi nasnameya rojnamegera jin tekoşîna xwe mezin dikir. Di wexta şer herî dijwar bû li nava şer cihê xwe girt û kameraya xwe danenî. Bi kameraya xwe di refê herî li pêş de cih girt.”

‘Em soz didin ku tekoşîna wê bilind bikin’

Tunç anî ziman ku Firat mîrateya çapemeniyê ya Musa Anter û Gurbetellî Ersoz dewir girtiye û ew jî soz didin wan ku mîrateya wan mezin bikin û berdewam bikin û wiha lê zede kir. “Em rojnameger dê pênûs û kameraya ku Firat lê dewrî me kiriye, bilind bikin û berdewam bikin. Em ê çîrokê jinan ne ê mexdûriyetê yên serekftinê binivisin. Rojnamegerên di hedefa îktîdarê de ji ber nivîsên xwe tên girtin û rastî ceza tên. Ji bo cîhanek ku rojnamegerî lê ne sûc e emê nivîsandina xwe berdewam bikin.”

Hevalên Denîz pênûsa wê dewir girtin

Piştre birayê Firat Seyat Yildiztan jî axivî û wiha got: “Hevalên Firat pênûs û kameraya wê dewir girtin. Hevalên Denîz tu carî pênûsa wê li erdê nehiştin û nahêlin. Niha du xwişkên min pênûs û kameraya ku Denîz dewir kiriye bilind dikin û têkoşîna wê berdewam dikin. Teqez ev têkoşîn wê bigêje encamê.”

Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Denîz û belav bûn. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar