Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Denîz kesayetek serhildêr bû’

Bi boneya 5’emîn salvegera şehadeta rojnameger Denîz Firat rêhevala wê rojnameger Cîhan Murad axivî û wiha got: “Çawa di qadên parastinê de Denîz li pêş bû, di karê ragahandinê de jî çalak û her dem li pêş bû.”

Leyla Yildiztan (Denîz Firat) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema şopandina şerê di navbera çeteyên DAIŞ û têkoşerên azadiyê yên li Wargeha Mexmûrê (Ş. Rustem Cudî) bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Gelê bakur û başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnameger û malbat, cenazeyê Denîz Firat li gundê Xecê Xatûnê yê Wanê defin dikin. Rojnameger Cîhan Murad bi wesîleya 5’emîn salvegera şehadeta Denîz Firat axivî û behsa kesayet û bîranînên Firat kir.

Murad di destpêka axaftina xwe de behsa naskirina xwe ya Denîz Firat dike û wiha dibêje: “Min Denîz di sala 1999’an de li çiyayê Feraşînê nas kir. Wê demê gelek ciwan bû û bi xwe jî zaroka Feraşînê bû. Hevala Denîz di temenekî gelek ciwan de tev li nav refên azadiyê bû. Sekna xwe di nav rêxistinê de  diyar kir û xwe perwerde kir. Wekî kesayetek bi exlaq û bi rêxistin mezin bû û li ser vê bingehê xwe ava kir. Denîz serhildêr bû û wiha jî dihat naskirin.”

‘Di kesayetiya xwe de hezkirin ava kiribû’

Di berdewamê de Murad behsa hevaltiya Denîz Firat kir û diyar kir ku Denîz di şert û mercên herî zehmet de jiyaye, ji bo vê erzan nêzî tiştek nedibû û wiha domand: “Nêzikatiya rêheval Denîz ji heval û mirovan re pir manewî û bi heqiqet bû. Di wan salan de asta zanebûnê zêde nebû, lê belê di Denîz de di wê demê de jî lêgerina heqiqetê hebû. Lêgerinvanek her tiştî digeriya, li cewherê mirovan digeriya. Di zarokatiya xwe de bi zehmetiyan re rû bi rû ma bû, ew yek jî di wê de bûbû kesayetek. Denîz di wî temenê de bi çiya, mirov, xweza û dijmin re şer dikir, ji bo wê di kesayeta xwe de hêzkirin ava kiribû.”

Bû şopdarê heqîqetê

Murad anî ziman ku naskirina Denîz ji bo wê şanseke mezin bûye û wiha pêde çû: “Em ne gel hevdu bûn, lê belê karê me ragihandin bû. Denîz bi karê ragihandinê lêgerîna xwe xurtir kir û bû şopdarê heqiqetê. Di temenekî ciwan de beşdarî nava qada têkoşînê bû. Dema tev li tevgera azadiyê bû çanda rêxistinê di kesayetê xwe de ava kiribû di aliyê nivîs, edebî û helbestan jî xwe pêş xistibû, dema derbasî xebatê ragihandinê jî zêdetir xwe pêş xist. Ev pêşketina hevala Denîz diyalektika PKK’ê nîşan dide. Dema kesek di temenekî ciwa de tev li rêxistina azadiyê dibe û bi vê çandê mezin dibe pêşketinên mezin di kesayeta wan de çêdibin.”

Di karê ragihandinê de çalak û li pêş bû

Di axaftina xwe de Murad behsa şehadeta Denîz Firat kir û wiha dewam kir: “Herî dawî li qada Mexmûrê me hevdu dît. Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya tirkan êrîşî Mexmûrê kirin. Ez salên wê di nav şoreşê de li ber çav derbas dikim, di her şert û mercan de li pêş bû, tu caran xwe di paş de nedihişt. Cewhera wê çibû li her derê jî wiha bû. Çawa di qadên ji bo têkoşîna azadiyê de pêş bû, di karê ragihandinê de jî çalak û li pêş bû. Di vê rêyê de jî şehîd bû. Ji bo tevgera azadiyê, ragihandinê û gelê kurd windahiyek pir giran bû. Di karê ragihandinê de xwe di her aliyê de pêş xistibû û li pê heqiqetê bû.”

‘Têkiliyek ji dil dabû avakirin’

Her wiha Murad herî dawî hestên xwe wiha parve kir: “Windahiya Denîz ji bom in êşek pir kûr û mezin bû. Denîz cudabûyîn û hevaltiya xwe dabû hîskirin. Di jiyanê de acizî û kêyfxweşî her dem heye, di navbera mirovan de têkiliyek ji dil dabû avakirin. Tiştek dema di nav heqiqetê de be, di hundir de be zû bi zû qut nabe û kevin nabe.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar