Dewleta tirkan a Receb û Devlet, ji mêj ve li ser ‘Herêma Ewle’ rijd in. Hema di serî de ez bêjim, ev daxwaza wan, ji bo armanca xwe ya dagirkerî bidin veşartin e.
Ewlehî, ji bo çi tê xwestin? Ger xeteriyek hebe, divê ji bo pêşî li wê xeterê û êrîşkariyê were girtin daxwazek wisa dikeve rojevê. Her wiha xeter û êrîş ji ku û kê were, divê ev daxwaz li hember wê û wî were xwestin. De ka em bala xwe bidinê!
Li ser merzê Rojava (bakur û rojhilatê Sûriyeyê) tê xwestîn û xwedêgiravî ji bo Tirkiyeyê ji êrîşên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) biparêze.
Ê baş e, ewqas sal derbas bû; li dor 8 sal çêbûn, ma gelo yek fişekek, yek kevirek, yek darek û hwd. alavek û amûrekê lêdanê an kuştinê, ji aliyê hSD’ê ve hatiye avêtin ji bo aliyê merzê ‘Tirkiyeyê’?
Heta ne alavên lêdanê, yek gotinek xerab, tal, tirş, ne li rê, bêrêzî, dij mirovahî hatiye bikaranîn ji bo Tirkiyeyê? Ez bawer dikim ji bo vê rastiyê raya giştî alemî jî şahidiyê jê re dike.
Berovajî, her dostaniya gelan, heta dostaniya hêzan û dewletan û bi taybetî têkiliyên dostayî yên germ ên cîrantiyê her wext hatiye xwestin û hatiye gotin. Weke tê zanîn, li gel dewleta tirkan, jixwe ev heqîqet di kiryarî de pêk hat û pir baş hat meşandin jî. Lê dîsa weke tê zanîn, dê zîhniyeta Receb û Devlet ji vê pêşkeftina hêja nerihet bû û bêguman dewletên hevalbendên wan ên hegemonên cîhanî jî ev pêvajoya çareseriya demokratîk nexwestin û bi hevre hilweşandin.
Weke wê bivêja ku dibêje, ‘hem gunehkar û hem jî mafdar e’, li dewleta tirkan hatiye. Hêza xeter, êrîşkar, gunehkar, tawanbar, dagirker û ne mafdar ew bi xwe ye. Vê car weke bêje,’navê min li te û kumê min li serê te’ û sûc û gunehê xwe dixe stûyê Hêzên Xweseriya Demokratîk.
Bi gotinek din, ger pêdivî bi ewlehiyê hebe, ji bo gelên me yên bakur-rojhilatê Suriyeyê heye.
Bê eyb û şerm, dibêje ez ê terorîstan ji wî erdî dûr bixim û ez ê koçberên reviyane Tirkiyeyê bînim li wir bi cîh bikim.
Wa ye kiryerên we li Cerablûsê, Ezazê, Babê û dawî jî li Efrîna birîndar li ber çavên me ne. Bi sedhezaran hemwelatiyên van cih û waran, ji ber zilm û terora we reviyan, koçber bûn. We kî anîn ser mal û milkên wan danîn? Wa we çete û diz û kujer birin li wir bi cih kirin.
We ne bi tenê qirkirina însanan pêk anîn, we ernigarî û hemî ruhber jî di qirkirinê re derbas kirin û hîn jî hûn dewam dikin vî sûcê mirovatiyê.
We çand û hunera pêkhateyên wir jî da ber qirkirinê. Li şûna wê we çand û hunera xwe yê faşîzmê li şûna wê bi cih kiriye. We nav û navnîşan jî hemû guhertin. Li wir jî we pergala perwerdeya xwe ya faşîstan dayî runiştandin û didin meşandin. Ma îca gelo terorîst kî ye?
Niha jî hûn dixwazin li hemû Rojava, bi navê ‘Herêma Ewle’ dagirkeriya xwe fermî bikin. Ew hevdîtin û civînên we yên li gel şandeyên Amerîkayê hemû ji bo vê sixtekariyê ye.
Li gorî gotinên we, daxwuyaniyên we yên ji bo civînên 6-7-8’ên vê mehê, hûn dibêjin “em bi serketin”! Lê di naverokên daxwuyaniyan de, tu mijarên zelal û şênber diyar nake. Hinekî dişibe wê pêvajoya Minbicê!
Lê dibe ku li ser hinek mijaran lihevhatin çêbûbe jî. Lê li gorî dîtina min, aktorên herî bingehîn, ne Tirkiye, Sûriye û Îran e, di asta cîhanê de jî û bi taybetî li vê herêmê jî biryar û lihevhatina bingehîn a Amerîka û Rûsya ye. Ger van, di bazara li ser hinek mijaran de gihiştibin encamekê, ya girîng û were şopandin û li gorî wê hesab were kirin ev e.
Lewma ez dibêjim divê gelên me, ji bûyerên derbasbûyî û bi taybetî jî ji Efrînê gelek dersan der bixe û di vê çerçovê de amadekariyên xwe bikin.
Li gorî daxwuyaniyên rayedarên Xweseriya Demokratîk û qasî ku tê dîtin, amadekarî di vê çarçoveya mijara gotinê de tên kirin. Weke her car tê gotin; divê em pişta xwe bispêrin xwe, ne hêzen biyanî!
Ger hesab li ser vê bingehê were çêkirin, ew “korîdora derewîn” a Tirkiyeyê, dê ji fermadarên qirker ên dewleta tirkan re bibe qebrîstan!