Hevparên TJA’yê yên Şirnexê bi minasebeta Cejna Qurbanê kartên cejnê ji jinên siyasetmedar ên girtî re şandin
Hevparên Tevgera Jinên azad (TJA) li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê beriya Cejna Kurbanê, ji bo jinên girtî yên siyasetmedar kartên cejnê şandin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, hevşaredarên jin û gelek aktîvîstên TJA’yê li Postexaneya Cizîrê (Şaxa PTT) kart şandin. Jinan beriya kartan bişînin daxuyanî dan û piştî daxuyaniyê kart şandin. ŞIRNEX