Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Serê du hefteyan zimanek ji holê radibe

Bi wesîleya Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê Netewên Yekbûyî (NY) daxuyanî da û got ku zimanên ku piranî ji zimanên gelên xwecih pêk tên, bilez ji holê radibin û serê du hefteyan zimanek ji holê radibe

Sekreterê Giştî yê NY’yê ji bo rojê daxuyanî da û got serê du heftiyan carekê zimanekî xwecih ji holê radibe.

Guterres got ku bi her zimanekî re ku yê ji holê radibe, rêz û rêçik û dîrok jî ji holê radibe û diyar kir, ji bo berevaniya li gelên xwecih, wê destekê bidin her cure insîyatîfê.

Li ser rûyê cîhanê li 90 welatî 370 gelên xwecih dijîn û herî pir polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin. Xwecih ji sedî 5 yê nifûsa cîhanê ne, lê 15 ji 100’î yê mirovên ku polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin û têne marjînalkirin ji gelên xwecih pêk tê. Ango, li gorî gelên din zor û zehmetiya li ser wan 3 caran li zor û zehmetiya li ser civakên din e.

Piraniya zimanên cîhanê zimanên xwecihî ne

Li gorî daneyên NY’yê beşekî mezin ê wan zimanên ku her sal ji holê radibin, di serî çermsorên ku naxwazin qadên xwe jiyanê berdin, ji hêla gelên xwecih ve têne axaftin. Her çendî piranî 6 hezar û 700 zimanî ji hêla gelên xwecih ve were axaftin jî, her sal bi dehan ziman ji holê radibin.

Gelên xwecih her wiha temsîla 5 hezar çandên cuda dikin. Lê di serî de li Brezilya, Kanada, DYA û li welatên Asya, Afrîka, Okyanosya û Ewropayê dixwazin xwe bigirin, bi taybetî ji ber ku dest li ser qadên wan ên jiyanê tê danîn taloke li ser wan heye. NEW YORK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar