Atakan Mahîr sala 1993’an li Dersimê tevlî gerîla bû. Şer kir, fermandarî kir, hilberand, vegot, nivîsand, ji welat, mirov û xwezaya xwe hez kir. Bi Dersimê re bû ye, li wê derê ber bi şehadetê ve meşiya
Dîroka şer nivîsî, bi qasî ku nivîsî şer kir, bi qasî ku şer kir vegot. Atakan Mahîr mîna vegotina cografyaya xwe ye.
Vegotina mirovekî, vegotina şoreşgerekî zehmet e. Hinek ji bo Atakan Mahîr dibêje Derwêşê Dersimê. Hinek jî ji gotina wî dibêjin ‘gerîlayê serdema fezayê’.
Atakan Mahîr sala 1974’an li gundê Akdil ê navçeya Elbistan a Mereşê ji dayik bû. Di nava 8 xwişk û bira de mezin bû.
Fermandar Atakan Mahîr qala serpêhatiya xwe kiribû: “Hîn 6 salî bûm me koçî metropolê kir. Taxa Yamanlar a Îzmîrê taxek bû ku şêniyên wê bi piranî Kurd û Kurdistanî bû. Bi giranî çîna karker bû. Heta ku tevlî bûm li wê taxê bûm.
Lêgerînên min kir ku destpêkê hişmendiya çepgiriyê nas bikim, piştre jî min hewl da îdeolojiya PKK’ê û welatparêziyê hîn bibim. Ji bo naskirina PKK’ê min digot, ‘eger ez ê hîn bibim divê li navenda wê hîn bibim, divê gerîlatiyê bikim’. Ji ber hestên ciwantiyê jî bala min diçû ser perwerdeyên li Akademiya Mahsûm Korkmaz.
Nakokiyên civakî, lêgerîna li çareseriyê, hewldanên ji bo naskirina PKK’ê û welatparêziyê kir ku PKK’ê hîn bêhtir lêkolîn bikim û hîn bibim. Tevî karên ciwanên welatparêz bûm. Di nava sempatîzanan de tevgeriyam. Ji aliyê rêxistinî ve min biryara tevlîbûna li nava PKK’ê di mejiyê xwe de wergirt. Lêgerînên min ên hestewarî zêde bûn. Hestên min ên daxwaza ji bo tevlîbûna li nava gerîla xurt bû.
Ji Başûr heta Dersimê
Di Tebaxa sala 1993’an de li Dersimê tevlî nava refên gerîla bûm. Piştî wê demê ji bo wergirtina perwerdeyê û perwerdeya Rêbertî derbasî Başûrê Kurdistanê bûm û ji wir jî çûm qada Rêbertî. Ji bilî van hemûyan li Başûrê Kurdistanê tevlî nava karên gerîla bûm. Li Dersimê, Erzîromê, Amedê, Xerzanê min gerîlatî kir. Bi giranî li Dersimê gerîlatî kir. Car carna li Başûrê Kurdistanê tevlî karên siyasî bûm.”
Ji Dersimê sê caran qut bû, sê caran jî li Dersimê vegeriya. Lewma gotina ‘Aşiqê Dersimê’ ya jî ‘Derwêşê xaka Dersimê’ ne şaş e ku ji bo wî bê gotin. Cara destpêkê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Dersimê veqetiya ku çû akademiyê.
Sala 2013’an di pêvajoya vekişînê de di dema zemînê demokratîkbûna Tirkiyeyê de ji çiyayên Dersimê wiha digot: “Vê xakê nasname pêşkêşî me kiriye. Em derwêşê vê xakê ne. Baş dibû ku pêwîstî nebûya em bi devereke din biçûna. Em ê li xaka xwe bigeriyan. Zerara me wê negihîştibûya kesî. Ji bo maleke ku me pariyek nan jê werbigirta me yê rastî, zanyarî pêşkêşî wan bikira. Me yê ji wan jî rastî werbigirta. Me yê hînî hev bikira.”
Ya rast nedixwest ji Dersimê biçe
Vekişîn? Eger xwediyê vê bangê ne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûya wê ji Dersimê gavek bi pêş ve biavêtiya? Bersiva wî ji bo vê pirsê wiha bû: “Dibêjin gotina Seyîd Riza ye, lê xuya ye gotina yekî ji eşîra Demenanê ye ku piştî şehîdbûna kurê xwe dibêje. ‘Me mifteya çiyê winda kir!’ Gelo em ê karibin dest ji sê hezar şehîdî berdin? Em ê karibin dest ji bîranîna bi wan hevalan re berdin? Em ê karibin dest ji gelê xwe berdin? Em ê karibin dest ji vê cografyayê berdin? Dara berûyê wê her roj, her sal bêyî me şîn bibe. Bîranînên me yên bi salan hene, li jêra me çemê Mûnzûrê diherike, ji xwe mirov nikarin dest ji wan berdin…” BEHDÎNAN
Çavkanî: Dilpak Dag – Eylem Xelîkan / ANF