Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tecrîd li dijî ola îslamê ye

Oldarên misliman bal kişandin ser tecrîda ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û gotin ku tecrîd li dijî rêgezên Îslamê ye

Dewleta tirk a dagirker ji 5‘ê nîsana 2015‘an ve tecrîdeke girankirî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Serokê Desteya Karûbarên Olî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed El-Qadirî ji nûçegihana ANHA’yê Silava Ebdulrehman re axivî.  Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 20 sal in dewam dike li dijî nirx û pîvanên mirovî ye. El- Qadirî got: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin mîna tecrîda li dijî malbata pêxmeber Mihemed ku ji aliyê ehlê Qureyş ve hatibû ferzkirin e. Ji ber ku di wê demê de Mihemed nêrîn, prensîp û nirxên li hember zulm û koletiya li Qureyş nîşan didan. Rêbertî jî fikr û pransîpên nû ji bo tevahî mirovahiyê anîn. Tecrîda li dijî Rêber Ocalan ji tecrîda li dijî malbata Mihemed zortir e.”

Şêx Mihemed El-Qadirî bi bîr xist ku tecrîda li dijî malbata pêxember Mihemed dirêj nekir, lê tecrîda ku dewleta Tirk li dijî Ocalan ferz kiriye dirêj kiriye û roj bi roj girantir dibe.

Şêx Mihemed wiha got : “Ma Rêber Ocalan çi guneh kiriye heta ev tecrîd li ser wî were ferzkirin?. Gunehê wî ew e ku banga azadî û edaletê dike. Tecrîd ne exlaqî ye. Li dijî hemû rêgez û nirxên Îslamê ye. Kiryarên wisan di ol de tune ye.”

Meleyê Mizgefta Nesir ê navçeya Amûdê û Hevserokê Meclisa Oldaran li navçeya Amûdê Şêx Selahedîn Ehmed got: “Îslam teqeziyê li ser jibîrnekirina qenciyan dike. Bi taybet murşidên civakan ku hewl didin nirx û rêgezên civakê, rakirin û zulma li ser mirovahiyê red dikin. Di dema niha de Rêber Ocalan vê xetê temsîl dike. Bi nirxên xwe yên exlaqî û bilind şoreşeke zihnî ji bo tevahî mirovahiyê daye destpêkirin.”

Şêx Selahedîn destnîşan kir ku kesayetek mîna Ocalan nabe di girtîngehê de be, berovajî wê divê di nava civakê de be. Şêx Selahedîn gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku Rêber Ocalan banga biratiya gelan, wekhevî, edalet û parastinê dike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar