Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Armanc birêxistinkirina hemû jinan e

Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz anî ziman ku ew ê bi kampanyaya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ a heya dawiya salê berdewam bike, dê hemû qedexeyan derbas bikin û got ku armanca wan ew e ku hemû jinan bi rêxistin bikin

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bênavber kampanyaya xwe ya bi dirûşma ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ berdewam dike. Jin di çarçoveya kampanyeya ku heya dawiya salê berdewam bike de, armanca dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî pergala desthilatdariya zilam mezintir bikin.

Aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz a derbarê xebatên xwe yên li dijî qirkirina ekolojî, komkujiyên jinan, tacîz, tecawîz û îstîsmara zarokan bi rêve bibin de axivî û diyar kir ku avakirina jiyanek nû pêkan e.

Kaçmaz bal kişand ser tundiya hezar salan a li dijî jinan berdewam dike, kolekirin, nedîtina keda jinan û wiha domand: “Ev hemû di serdema desthilatedariya AKP’ê de, pir zêde bûn. Ji ber daxistina rewşa baş û polîtîkayên necezakirinê, hiqûq ji holê hat rakirin. Ji ber vê bûyerên îstîsmarê yên li dijî zarokan, tecawîz û tacîzên li dijî jinan û zewicandina di temenê biçûk de, her roja çû zêdetir bûn. Em ê li dijî van hemûyan dengê xwe bilindtir bikin. Ji ber vê me dest bi kampanyeya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ kir.”

Kampanya tenê ne ji bo jinan e

Di axaftina xwe de Kaçmaz da zanîn ku ev kampanya tenê ne ji bo jinan e û wiha pêde çû: “Ev kampanya di heman demê de li dijî qirkirina xweza, talankirina ekolojî û pirsgirêkên penaberan e. Mînak ji bo Gola Wanê me dest bi xebatên paqijkirina peravan kiriye. Ev xebata me dewam dike. Ji bo ku em balê bikişînin ser tundiya li dijî jinê, em difikirin ku bi nepoxên xemrî û qûrdeyan geşta duçerxan lidar bixin. Dîsa konserên me yên dengbêjiyê wê dewam bike. Em ê çalakiya xwendina pirtûkan li dar bixin. Em ê bernameyek tije bixin pratîkê.”

Pêkanînên kêfî yên walîtiyê

Her wiha Kaçmaz destnîşan kir ku ji salekê zêdetir e, pêkanînên keyfî yên qedexekirina walîtiyê hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Wanê hemû çalakî û şahî tên qedexe kirin. Em ê van astengiyan derbas bikin. Tu xebatên me wê li ser ewlekariya Wanê bandorek neyînî neke. Em jin em ê qedexeyên keyfî yên walîtiyê derbas bikin. Ji bo ku em hêza xwe  mezintir bikin, em ê xebatên xwe bi rêve bibin.”  WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar