Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bolsonaro di talankirina xwezaya Amazonan de bi biryar e!

Serokdewletê rastgir ê Brezîlyayê Bolsonaro ku weke dijminê xwezayê jî tê naskirin, ji bo biryara Almanyayê ya ji bo betalkirina fonê ji 35 milyon euroyî yê ji bo parastina daristanên Amazonê got ku pêwîstiya wan bi pereyên wan tuneye û nerazîbûn nîşan da

Amazon ku daristanên herî mezin ên tropîkal ên cîhanê ye ji sedî 60 li Brezîlyayê ye. Hikûmeta Alman a Federal beriya niha soz dabû Brezîlyayê ku ji bo ‘projeya parastina daristanan’ piştgiriya madî bike.

Lê belê Wezîra Hawirdorê Svenja Schulze roja yekşemê ji rojnameya Tagesspiegelê re axivî û bal kişand ser siyaseta hikûmeta Brezîlyayê ya li dijî daristanan û diyar kir ku dê êdî piştgiriya madî nedin projeyê.

Ji bo parastina daristanên Amazonê ku di nava metirsiya talankirinê de ye, ji sala 2008’an ve Almanyayê 55 milyon euro alîkarî pêşkêşî fonê kiribû. Rêveberiya Berlînê ragihandibû ku dê bi 35 milyon euroyê din alîkariyê li fonê bike.

Piştî daxuyaniya wezîr Schulze êdî Almanya piştevaniya projeyê nake. Ji Brezîlyayê nerazîbûneke tund li vê yekê hate nîşandan. Serokdewletê Brezîlyayê Jair Bolsonaro ji bo wezîra alman wiha got: “Hûn dikarin li gorî kêfa xwe desteka pereyan rawestînin, pêwîstiya Brezîlyayê bi pereyê we nîne.”

Bolsonaro yê rastgirê tund ku çileya derbasbûyî bû desthilatdar, kir ku talana daristanan zêde bibe. Bi navê piştevaniya ji sektora madenê û çandiniyê Bolsonaro qanûn amade kir û bi vî rengî herêma Amazonê bêdaristan dihêle. Tenê di nava şeş mehên destpêkê yên salê de qada daristanî ya li Amazonê ji holê hate rakirin bi rêjeya ji sedî 88.4 bû û gihîşt 920 kîlometreçargoşeyî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar