Ajansa Mezopotamya xwe gihand berfirehiya civîna 3 rojan a li Enqereyê ji bo herêma ewle pêk hatibû. Di civîna ligel rayedaren DYA’yê, 6 fermandarên payebilind ên NATO yên beşdar bûn de, di mijara ‘Herêma ewle’ de li ser 5 kîlometre kûrahî û 100 kîlometre berfirehiyê lihev kirine
Di encama lihevkirina Tirkiye û DYA’yê de, tê plankirina ku li ser sînorê bakur û rojhilatê Sûriyeyê ‘herêma ewle’ bê avakirin. Ajansa Mezopotamya (MA) xwe gihan berfirehiya naveroka civîna 3 rojan a li Enqereyê dewam kir. Di mijara ‘herêma ewle’ ya demek dirêj tê nîqaşkirin de, her du aliyan jî pêşniyarên cuda pêşkêşî hev kirin. Lê ligel vê yekê jî Tirkiye dest ji amadekariyên operasyona leşkerî ya li dijî herêmê bernade. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo ku ev pirsgirêk bi rêyên diyalogê bên çareserkirin, gelek caran ket nava hewldanan. Lê Tirkiyeye, sewqiyatên leşkerî yên ji bo sînorên bajarên Kobanê, Girê Spî û Serêkaniyê dewam dike û her roj sînlayên operasyonek berfireh dide.
Ligel van pêşketinan, di rojên derbas bûyî de, di navbera şandeyên DYA û Tirkiyeyê de, civînek sê rojan dewam kir li Enqerê hat lidarxistin û tiştên tên gotin ji rastiya civînê pir dûr in. Li gorî lihevkirina hat kirin dê ‘Herêma ewle’ 5 kîlometre kûrahî û 100 kîlometre berfireh be.
Kesên hatin Tirkiyeyê kî bûn?
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li ser maseya civîna sê rojan li Enqereyê berdewam kir de, di şandeya bi rayedarên Tirkiyeyê re rûnişt de, ligel leşker û siyasetmedarên Rojhilata Navîn baş dizanîn, 6 fermandarên payebilind ên NATO’yê hebûn. Ji ber dirêjbûna civînê gelek nêrînên cuda tên gotin û di naveroka civînê de jî gelek agahiyên balkêş hene. Di civînê de tenê mijara bakur û rojhilatê Sûriyeyê nehatiye dest girtin. Bi vê yekê re ragehiya di navbera NATO û Tirkiyeyê de jî hatiye dest girtin û Tirkiyeyê di mijara “diyarkirina mihwerê” de xwe ferz kiriye. Dîsa di civînê de li ser têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê nîqaş hatine kirin û ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku ji vir û şûn de li gorî polîtîkayên NAtO’yê tevbigere.
‘Herêma ewle’ ku dere?
Herêm ji bo bakur û rojhilata Sûriyeyê lihev kirin jî, ji Girê Spî dest pê dike heya Serêkaniyê dirêj dibe. Di rêjiya vê herêmê 100 kîlometre ye û gelek gund û gom dikevin nava vê herêmê. Hêzên YPG û HSD’ê wê 5 kîlometre xwe ji vê qadê paşve vekişîne û bajarên herêmê wê ji aliyên meclisên leşkerî yên herêmî ve bên parastin. Meclisa leşkerî ya herêmî wê vê qadê dewr bigire. Li bendêye ku di nava van meclisên leşkerî de “Meclisên Leşkerî yên Girê Spî û Serêkaniyê” cih bigirin. Lê Tirkiyeyê ji şandeyê xwest ku hîn zedetir bikeve van herêman, bes ev daxwaza Tikiyeyê nehat qebûlkirin.
Dê bi koalîsyonê re dewriye bigerin
Li herêma hatiye diyar kirin, dê dibin kontrola hêzên Koaslîsyona Navneteweyî de cihên çavderiyê bên avakirin û çekên giran ên li herêmê dê heya 20 kîlometran paşve bên kişandin. Bi şertê ku Tirkiye şertên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne, wê bi hêzên koalîsyonê re karibe balafirên xwe ji ser herêmê bigerîne. Dîsa biryara hat girtin ku dewriyeyên li herêmê agahî bidin navenda koalîsyonê û bi destûra wê bikevin nava tevgerê. HSD’ê jî ev yek qebûl kir.
Çalakiyek yekalî dê çênebe
Dîsa yek ji biryarên herî girîng ên di civînê de hat girtin, Tirkiye wê ji vir û şûnde nekare “êrîşek yekalî” li dijî herêmê bê lidarxistin. Li gorî encamên vê peymanê, Tirkiye wê nekare ji derveyî agahiya hêzên koalîsyonê operasyon li dar bixe.
Paşve vegera sûriyeyiyan
Ji bo paşvegerîna penaberên Sûriyeyê jî, li hevkirin hat kirin û ji bo sûriyeyî vegerin ser axa xwe biryar hat dayîn. Wê kesên sivîl karibin vegerin ser cih û warên xwe. Hêzên bakur û rojhilatê Sûriyeyê wê ji bo vê yekê hesasiyeta pêwîst nîşan bidin.
Di vê çarçoveyê de ji bo “Navenda Tevgerê ya Hevpar” a li Tirkiyeyê bê avakirin, leşkerên DYA’yî derbasî Rihayê bibûn. KOBANÊ