Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Nehiştin li malê jî şîn bê danîn

Qeymeqamiyê mala şînê neda ku malbata Welat Çetînê ku şehîd bûbû û polîsan jî nehişt li mala xwe şînê bigirin

Welat Çetîn di 28’ê tîrmehê de bi Omer Davût Orak re li navçeya Gever a Colemêrgê di pevçûnekê de şehîd bûbû. Miduriyeta Polisan a Colemêrgê di 5’ê tebaxê de li malbata Çetîn a li navçeya Bismil a Amedê geriyabû û xwestibû ku malbat biçe Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs bike. Malbat di heman rojê de çibû Colemêrgê û cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû. Li gel vê yekê jî cenaze nedabûn malbatê û xwestibûn ku ji testa DNA’yê mînaka xwîna xwe bidin.

Malbat piştî ku mînaka xwînê dabû vegeriyabû Bismilê. 4 roj piştî dayîna mînaka xwînê, Polîs li malbata Çetîn digerin û dibêjin ku testa DNA’yê hatiye û dikarin cenazeyê xwe bigirin. Li gel ku testa DNA’yê ya gelek kesên bi vî rengî bi salan û mehan nayê kirin jî balkêşe testa DNA’ya Çetîn di rojekê hate kirin.

Mala şînê nedan

Malbata Çetîn cenazeyê kurê xwe girt û li Bismilê veşart. Bi hinceta biryara qaymeqamiya Bismilê destûr nehat dayîn ku malbata Çetîn şîna kurê xwe li mala şînê deyne. Li ser vê yekê malbatê xwest şîna kurê xwe li hewşa mala xwe deyne. Polîsan bi hinceta ku “propaganda bê kirin” nehişt malbat şîna kurê xwe li hewşa mala xwe jî deyne. Li ser vê yekê malbata Çetîn şîna xwe li hundirê mala xwe danî. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar